Talîbana Pakîstanê rêberê xwe yê nû hilbijart, muzakere xetimîne
Talîbana Pakîstanê rêberê xwe yê nû hilbijart, muzakere xetimîne
Talîbana Pakîstanê rêberê xwe yê nû hilbijart, muzakere xetimîne
Talîbana Pakîstanê ku di hefteya bihurî de serokê xwe di encama êrîşa hewayî ya DYE’yê de winda kir, ragihandin ku serokê wan ê nû Molla Fazlullah e. Fazlullah ê ku bi aliyên xwe yên tund tê nasîn bi hatina wî ya serokatiyê re, şansê lihevkirina siyasî ya bi hikûmeta Pakîstanê re her diçe kêm dibe.
Tevgera Talîban a Pakîstanê ( Tehrîkê Taliban Pakistan-TTP) piştî ku serokê wê Hekimullah Mesud ku di 1’ê Mijdarê de di encama êrîşa balafirên bê mirov ên DYE de hate kuştin, rêxistinê lîderê xwe yê nû hilbijart. Berevajî nûçeyên ku radigihand Han Saîd Sajna weke lîder hatiye hlibijartin, tê gotin serokê herêma TTP a Swat Molla Fazlullah weke lîderê nû hatiye hilbijartin.
MOLLA WEKE ‘MOLLA FM’ HATE DANASÎN
Li gorî jêderên biyanî û xwecih Molla Fazlullah ku di navbera salên 2007-2009’an de serfermandariya yekîneyên Geliyê Swat girtine bin kontrola xwe de, ji ber propagandaya di îstasyona radiyoya ku çêkirî de weke ‘Molla FM’ jî hate bi navkirin. Fazlullah ku li herêma Geliyê Swat ji ber pêk anîna zagonên şerîat yên hişk û bi teybet êrîşên li ser dibistanên xwendekarên keç diçinê, weke ‘radîkal’ tê zanîn.
Talîbanan ku di sala 2001’an de rêveberiya DYE’yê ya Efxenîstanê ku li Talîban ruxandin şûnde li ser sînorê Efxanîstanê yê welat li herêma Wezirîstan li Geliyê Swat kom bûne. Talîbanên ku di sala 2007’an de li gelek cihan desthilatdarî xistin di destê xwe de û komên din ên Îslamî, bi oparasyona artêşa Pakistanê ya bi alikariya DYE’yê di sala 2009’an de hatin paşde xistin. Di pevçûn yan jî êrişên xwekuşî yên milîtanan yên 10 salên dawî de tê payîn ku di navbera 40-50 hezarî de kes hatine kuştin.