Sûriyeyê li bajarokê Ersal ê Lubnanê xist

Sûriyeyê li bajarokê Ersal ê Lubnanê xist

Hate gotin ku helîkopterên rêjîma Sûriyê bajarokê Ersal ê Lubnanê gulebaran kiriye û leşkerên Lubnanî bersiv daEe.

Li gorî nûçeya ajansa Urdunê Betre, îro di saetên piştî nîvro de 2 helîkopterên rêjîma Sûriyê bajarokê Ersan ê Lubnanê ku li ser sînorê Sûriyê – Lubnanê ye gulaberan kir.  Di nûçeya ku ajansê ji çavkaniyên ewlekariyê yên Lubnanê girtiye de, hate gotin ku leşkerên Lubnanê jî bersiva helîkopteran daye û li ser vê yekê helikopter paş ve çûne.

Derbarê mijarê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ev demeke li ser sînorê di navbera Sûriyê û Lubnanê alozî derdikeve.