ST: Îsraîl û Erebîstana Siûdî bi dizî êrîşa li dijî Îranê plan dikin!

ST: Îsraîl û Erebîstana Siûdî bi dizî êrîşa li dijî Îranê plan dikin!

Rojnameya Îngilîz Sunday Times (ST) îdîa kir ku rêxistina îstîxbaratê ya Îsraîlê MOSSAD û rêveberiya Erebîstana Siûdî li ser plana êrîşeke hevpar a li dijî Îranê dixebitin. Hat ragihandin ku eger di mijara bernameya nukleerî ya Îranê de ji muzakereyên li Cenevreyê peyman derkeve holê, dê plan bikeve meriyetê.

Rojnameya Sunday Times a Îngilîz, di nûçeya xwe ya dispêre çavkaniyên xwe yên nasnameya wan aşkera nekir de ragihand, ku Îsraîl û Erebîstana Siûdî di mijara bernameya nukleerî ay Îranê de ji rêveçûna muzakereyan ne razî ne.

Li gorî her du welatan, peymaneke gengaz a navbera Îran û Koma 5+1 (DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Îngilîstan û Elmanya) dê gengaziya hilberîna çeka nukleerî ya Tehranê ji holê raneke.

Li gorî agahiyên rojnameyê xwe gihandiye, rêveberiyên van her du welatên Rojhilata Navîn biryar da, li hemberî gefa hevpar hevkariya xwe xurtir bikin. Hat destnîşankirin ku di rewşeke êrîşê ya Îranê de Erebîstana Siûdî wê baregehên xwe yên hewayî ji Îsraîlê re veke.

Çavkaniyê dîplomatîk ê agahî da rojnameyê anî ziman ku Erebîstana Siûdî amade ye bi balafirên balafirên bê mirov, helîkopterên rizgarkirinê û balafirên veguhastinê alîkariyê bide Îsraîlê.

Çavkanî got, "Kengî peymana Cenevre hat morkirin, dê çareseriya bi rêbaza leşkerî ji nû ve bikeve rojevê. Siûdî bi hêrs in û dixwazin her şêweyên alîkariyê bidin Îsraîlê."

Îsraîlê peyama gengaz a bernameya nûkleerî ya bi Îranê re, weke "şaşitiya dîrokî" bi nav kiribû.

Di 14'ê Mijdarê roja Pêncşemê de Wezîrê Aboriyê yê Îsraîlê Naftalî Bennett di serdana xwe ya Washîngtonê de DYE bi "lîstina" ewlekariya Îsraîlê tawanbar kiribû. Bennett îdîakiribû ku peymaneke gengaz "nebaş û xetere ye" û gotibû, "Her çend ji bo aştiyê çi ji destê min tê dixwazim bikim jî, bi dîtina min ne demeke rast e ku bi ewlekariya me ya heyî were lîstin. Ez qanih bûm ku eger em zextê zêde bikin, emê karibin peymaneke baştir bi dest bixin."