Serlêdanên ji bo 9. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê destpê kirin

Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ku di nava gelek festîvalên fîlmên Kurd ên li gelek navendên cîhanê de weke ya herî mezin tê dîtin, îsal cara 9. e tê organîzekirin.

Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ku di nava gelek festîvalên fîlmên Kurd ên li gelek navendên cîhanê de weke ya herî mezin tê dîtin, îsal cara 9. e tê organîzekirin.

Ji bo 9. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê, serlêdanan destpê kirin. Di Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê de ku ji sala 2001'ê û vir ve tê organîzekirin, heta roja îro fîlmên dem dirêj-kurt û dokûmanter ên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gihaştin sînemahezan. 9. Festîvala Fîlman wê di navbera 13-22'ê Mijdara 2015'an de li Hackney Picture House bê lidarxistin.

Pêşbirka Fîlmên Kurt a Yilmaz Guney jî ku di çarçoveya festîvalê de tê lidarxisti, îsal cara pêncemîn pêk tê. Heta 1'ê Hezîranê dema dawî ya serlêdanê, divê derhêner fîlmên xwe bigihînin komîteya festîvalê. Ji bo karê derhêneran were hêsankirin, li çar parçeyên Kurdistanê bi rêya nûnertiyan wê fîlm karibin bên radestkirin.

Ji bo agahiyên berfireh ên li ser festîvalê malpera înternetê ya http://www.lkff.co.uk/ a bi zimanên Îngilîzî, Kurmancî û Soranî dikare were ziyaretkirin.

...