Şehîd Hozan Mizgîn di sala 1962’yan de li gundê Bileyder ê bajarê Êlih a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi dengê xwe yê xweş û resen ê çiyayî hat naskirin.
ÊLIH NAVENDA TÊKOŞÎNÊ BÛ
Ji bo Tevgera Azadiya Kurd Êlih navendeke ya xurt a têkoşînê bû. Gelek kadroyên pêşeng ên PKK’ê li vir dest bi rêxstinê kir ji van kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, piştre jî Mazlûm Dogan lê kar kir, di demeke kurt de ji her beşa civakê, bi taybetî jin û mêr ên ciwan xwe li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi rêxistin kirin. Fermandarê efsanewî yê Pêngava 15'ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî yek ji van ciwanan bû.Di sala 1979'an de di hilbijartinên serokatiya şaredariyê de namzetê tevgera PKK'ê Edîp Solmaz bi ser ket û bi vî rengî rêxistiniya li vî bajarî gihîşt asta herî bilind. Tevî ku 29 roj piştî hilbijartinê ji aliyê kontrayên dewleta Tirk ve tê qetilkirin.
LI QADA SEROKATÎ TÊ PERWERDEKIRIN
Hozan Mizgîn di temenê xwe yê ciwan de ku tevlî nava rêxistinê bû, bi dengê xwe yê resen ê Kurdewarî cihê xwe didilê her kesê de kir. Li gel xebata xwe ya hûnerî dest bi perwerdehiya îdeolojîk a rêxistinê jî dibe û qada Serokatî tê perwerdekirin.
JI BO DENGÊ AZADIYÊ DERVEYÎ WELT GEŞ BIKE
Di sala 1983'an de Hozan Mizgîn tevî hevrêyê xwe yê hunermend Hozan Sefkan (Celal Ercan) ji Ewropayê re hate şandin. Wezîfeya herdu hunermendên şoreşger ew bû ku li Ewropayê bi taybetî jî li Elmanyayê hunermendên Kurd bi rêxistin bikin, tevlî şoreşê bikin û bibin dengê tevgera azadiyê.
DU HEVRÊ DU ŞOREŞGER
Dema mirov qala Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) bike, hevrêya wê Binefş Agal (Bêrîvan) bibîr nexe wê kêm bimîne. Ji ber ku hevrêtî û têkoşîneke xurt a van herdu şehîdan ji gava ewilê heta şehîdbûnê heye. Ji bo têkoşîna Azadiya Kurdistanê Êlih xwedî ciheke taybet û salên destpêkê yek ji navendên rêxistinbûnê bû. Binevş Agal (Bêrîvan) û Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) ên ji komên cuda yên baweriyan bûn, du jinên Kurd ên şoreşger bûn ku li heman cografyayê ji dayik bûn û di salên 1980'î de gelek caran li hev rast hatin. Binevş Agal li gundê Bazîwan ku gundekî Êzidiyan e, yê li navçeya Qûbînê ya Êlihê di sala 1966'an de ji dayik bû. Hozan Mizgîn jî li gundê Bilêyder ku gundekî Misilmanan e ku bi 30 kîlometreyî dûrî vî gundî ye, di sala 1962'an de ji dayik bû.
Binevş Agal jî çend sal piştî Hozan Mizgîn berê xwe dabû Ewropayê. Ji ber faşîzma 12’ê Îlonê malbatên dawî yên Êzidî jî neçar tê kirin ku terka warên xwe bikin. Malbata Agal jî berê wan ketibû Elmanya. Piranî li bajarê Celleyê bicih bûn. Wê demê di nava şoreşgerên ewil ên ji civaka Êzidî Zekî Şengalî, Abdullah Sevgat û Ahmed Ergîn cihê xwe di nava Tevgera Azadiya Kurd de girtibûn û li sirgûnê dijiyan. Agal her ku pirtûkên Tevgera Azadiya Kurd xwend û şoreş fam kir, sala 1984’an de tevlî meşa dirêj a navbera Hanover-Bonnê bû ku yek ji çalakiyên herî girseyî ya demê bû. Ji xwe piştî vê tevlî nava refên PKK’ê dibe û dest bi têkoşînê dike.
HUNERA ŞOREŞÊ PÊŞ XIST
Hozan Mizgîn jî wê demê pêşengî ji karên Hunerkom û Koma Berxwedan re dikir, di pîrozbahiyên Newrozê û 'şevên partiyê' de bi dengê xwe yê bedew bal dikişand. Nifşek bi dengê wê, bi stranên "Çemê Hêzil", "Gundîno Hawar" û "Egîd" bi stranên şoreşê mezin dibû.
ÇEKA BÊRÎVAN RAKIR
Di nava têkoşîn û berxwedana gelê Kurd de, yek ji mîrasê şoreşgerî ew e ku çeka hevalê/a xwe li erdê neyê hiştine. Ji bo wê sala ku Binevş Agal şehîd bû, Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) dest ji mîkrofonê berda û çeka wê rakir. Hozan Mizgîn vê carêk weke fermandara ARGK'ê destpêkê li Mêrdînê piştre jî li eyaleta Xerzanê kete nava gel. Mîna Binevş Agal dema ku karên rêxistiniya gel dikir, li Tetwanê di 11'ê Gulana 1992'an de li malekê asê ma û ji bo nekeve destê dewleta Tirk bi fîşeka xwe ya dawî şehîd bû.
SEMBOLA ŞEHÎDÊN TEVGERA ÇAND Û HUNERÊ YA AZAD
Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK'ê, di salvegera 30’î ya Şehîd Mizgîn de ev gotibû: “Heval Mizgîn sala 1980'ê tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Di wî temenê xwe yê biçûk de barê ji temenê xwe mezintir hildide ser milên xwe. Piştî ku demekê li qada Rêbertiyê dimîne, sala 1991'ê derbasî çiyayên Bakurê Kurdistanê dibe. Di heman demê de, ji bo rastiya dagirkeriyê, koledariyê û qirkeriyê bide fêmkririn, dîsa êş û qîrîna gelê xwe û jin a Kurd a ku bi hezaran sal e, di bin nîrê desthilatiya zilam û zordestiya dewletê de ye, bi rêya hunerê bigihîne civaka xwe, nêzîkbûn û rêbazên Rêbertiyê ji xwe re kir esas û xeta xwe ya hunerê li ser vî esasî dihonand.
Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad. Dîsa 11'ê Gulanê ku salvegera şehadeta şehîd Mizgîn e, weke roja şehîdên tevgera çand û huner hatiye pejirandin û îlankirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dema ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di 11'ê Gulana 1992'yan de mala ku lê dima ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hat dorpêçkirin, şehîd Mizgîn li hember wan li ber xwe da û di dawiyê de şehîd bû.