Şêlandina 54 mîlyon dolarî
Şêlandina 54 mîlyon dolarî
Şêlandina 54 mîlyon dolarî
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Lîbyayê, komek çekdar wesayîta pere ji Bankaya Navendî ya Lîbyayê re dibir rawestand, 54 mîlyon dolar dizî û reviya.
Li gorî agahiyên ajansê da 10 kesên bi çek, wesayîta pere tê debû dema ji balafirgehê diçû navenda bajarê Sîrte şêlandin. Hat ragihandin ku di wesayîtê de pereyê ji bajarê Trablûs ê 500 kîlometre dûrî paytextê ye, hebû. Hat diyarkirin ku wesayîta hat şêlandin ji aliyê ekîbeke ewlekariyê ve dihat parastin, lê belê vê ekîbê nekarî li hemberî çekdaran li ber xwe bide.
Serokê Konseya Bajarê Sîrte Abdulfettah Mûhammed daxuyanî da Reutersê û got, "Ev şêlandin ji bo tevahiya Lîbyayê felaketeke."
Li Sîrteyê di êrîşên li hemberî du bankayan ên meha Tîrmehê de 500 hezar dînarê Lîbyayê hatibûn dizîn.
Sîrte cihê jidayikbûna lîderê ji aliyê serhildêran ve bi piştgiriya welatê Rojavayî hat hilweşandin Mûammer Kaddafî ye.