Şehîdên meha cotmehê li Marsîlyayê hatin bi bîranîn

Şehîdên meha cotmehê li Marsîlyayê hatin bi bîranîn

Li Marsîlyayê kesên di meha Cotmehê de di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Bîrîna ku ji aliyê meclia jinan û Ciwanên Marsîlayê û Meclisa Gela Demokratîka Mersîlyayê ve hatî organîze kirin li Navenda Komeley a Çanda Mezopotanya hat li darxistin.

Koncikê bi gulan û moman hatî xemlandin yê ji bo gerîlayên ku jiyana xwe jidest dane momên wan hatin pêxistin. Di bîranî de malbatên 50 şehîdan û gelek Kurdistanî amedebûn. Bîranîna ji bo şehîdên Cotemehê hatî pêkanîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd  Azad Colemergî axivtina vekirinê kir û da diyar kirin ku PKK tevgerekî ya şehîdane, Colemêrgî destnîşan kir ku  Andrea Wolf, Gulnaz Karataş, Gurbetellî Ersoz  û Sarya jî di meha cotmehê de jiyana xwe ji dest dane û di dîroka Têkoşîna Gelê Kurd de wek sembolêne. Colemêrgî balkişand li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî û got: “ Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek tê bes kirin ne wisan e. Wê bi pêşketina şoreş a Rojava re Rojhilata Navîn bê guhertin. Di vê wateyê de divê herkes xwedî li şoreşa Rojava derbikeve.”

Dayîk Celîle û Nurcan  li ser navê malbatên şehîdan her yekê axiftinek kir û dan diyar kirin ku divê bi awayekî watedar xwedî li bîranînê kesên di Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd de jiyana xwe jidest dane derkevîn û bi têkoşîna wan ve girêdayî bîn.

Ji bo bîrana gerîlayên jiyana xwe ji dest dane sînevîzyon hat nîşandan û kêlîn hestyar çêbûn. Piştî xwarana hatî dayîn bi stranên Burhan Karakaş û Hozan Menalê bi dawî bû.