'Sansura li ser Bakur rakin'

Kekdarên sînemayê, sînemahez û nivîskarên sînemayê li dijî sansurkirina belgefilma “Bakur” a ku ji aliyê Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu ve hatibû kişandin, ji ber Konsolosxaneya Franse ya li Stenbolê heta Qada Galatasarayê meşiyan

Kekdarên sînemayê, sînemahez û nivîskarên sînemayê li dijî sansurkirina belgefilma “Bakur” a ku ji aliyê Çayan Demîrel û Ertugrul Mavîoglu ve hatibû kişandin, ji ber Konsolosxaneya Franse ya li Stenbolê heta Qada Galatasarayê meşiyan. Di meşê de dirûşimên “Li dijî Faşîzmê sînemaya azad” hatin gotin û bang li Wezareta Çandê kir ku di mijara sansurê de gavan şûnde biavêje.

Kedkarên sînemayê, niviskarên sînemayê û sînamehez piştî ku fîlma 'Bakur' hat astengkirin û sansûr hat rojevê, li dijî sansûrkirina sînemayê ji bo sînameya azad ji Konsolosxaneya Fransî heta Sînemaya Atlasê meş pêk anîn.

Di meşê de pankartên 'Li dijî sansûra sînemayê sînemaya azad' hat vekirin. Di meşê de ku bi sedan kes amede bûn, bênavber dirûşmeyên 'Bijî sînemaya azad' û 'Bijî berxwedana Sînemayê' hatin gotin. Meş li ber Lîseya Galatasarayê bi dawî bû.

Piştî meşê, li ser navê sînamegeran daxuyanî hat dayîn. Li ser navê sînemageran Defne Halman Turkiye axivî û da zanîn ku dîroka sînemayê, bi têkoşîna li dijî sansûrê tê pênasekirin û her ku diçe ev têkoşîn mezin dibe û wiha got: "De demên borî de fîlma 'Havîna Bê Av', 'Umut', '38 'Dêrsim' hatin qedexekirin fîlma 'Bakur' jî hat qedexekirin û weke van fîlman gelek fîlmên din jî ji aliyê ev hişmendî ve hatin qedexekirin.

Halman da zanîn ku dê di demên pêş de gelek fîl û mîhrîcan ji aliyê vê hişmendiyê ve bên qedexekirin û wiha dom kir: "Wezareta Çandê ku divê zêdetir pêşiya fîlman bi awayekî azad veke û sansûran ji holê rake, lê berovajî vê yekê çewisandinê zêde dike. Em êdî dibêjin van pêkanînên li dijî sînameyê bên rakirin."

Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.

 

...