Şanogerên Kurd: Em bi berdêlan hatin vê rojê û em ê li ber xwe bidin

27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê li Amedê ji aliyê şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê ya li Amedê, ve hat pîrozkirin.

27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê li Amedê ji aliyê şanogerên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê ya li Amedê, ve hat pîrozkirin. Di daxuyaniya ku hat dayîn de şanoger Kemal Ulusoy axivî û da zanîn ku şanoya Kurd bi berdêl dayînê û zor û zehmetiyan hatiye vê rojê û da xuyakirin ku ji vir şûn ve wê têkoşîna wan bidome.

Bi munasebeta Roja Şanoya Cîhanê li Amedê şanogeran daxuyaniyek hevbeş dan.

Lîstikvanên Şanoya Şardariya Bajarê Mezin û lîstikvanên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê daxuyaniyek hevbeş dan û hat destnîşankirin ku wê hunera şanoyê têkoşîna hebûnê bidin.

Di daxuyaniya li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê hat dayîn de lîstikvanê Koma Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin Kemal Ulusoy axivî û diyar kir ku huner wek têkoşîna hebûnê tê hesibandin û bi lêv kir ku wê ew jî bi hunerê têkoşina hebûnê bidomînin.
Ulusoy di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ligel hemû zor û zehmetiyan Şanoya Kurd, têkoşîna hebûnê daye û hewl daye ku hemû reng û nirxan nîşan bide û got: “Şanoya Kurd di tevahiya dîrokê de li dijî her cureyê zilm, zext, newekhevî, qirkirin û komkujiyan, newekheviya zayendî, paradîgmaya azadîxwaz û wekhev, ekolojîk hinceta hebûnê hesibandiye û xwe li ser van esasan ava kiriye.”

EM BI BERXWEDANÊ HATIN VAN ROJAN

Ulusoy got: “Li yek ji navendên herî mezin yên modernîteya kapîtalîst Stenbolê, di katekî bodrumê de li ser navê şanoya gelekî derketin û ji wir li hemû welatî belavbûn bê guman ne hêsan bû.  Bi bedelên mezin, ligel zor û zehmetiyên mezin hatiye vê rojê.  Li Kurdistanê şano bi sahneyên ku diçirûskin sînor nemaye û  li gund, kolan, fabrîka û heta çiyan dirêj bûye.”

ŞANOGERÊN ŞEHÎD HATIN BIBÎRANÎN

Ulusoy got ku ger şano hebûnek be wê demê ew jî wek şanogerên gelên ku têkoşîna hebûnê didin, wê zêdetir têbikoşin û wê bi pêkanîna şanoyê hebûna xwe mezin bikin. Ulusoy got: “Bi vê munasebetê em di salvegera şehadeta şanogerê Kurd Şehîd Yekta û di şexsê wî de Şehîd Sarya, Şehîd Hêvî, Şehîd Şervan û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, rêya wan rêya me ye, em Roja Şanoya Cîhanê pîroz dikin.

Piştre lîstikvana Koma Yekta Hêvî  Nurşen Temel jî bi Kurdî axivî û Roja Şanoyê ya Cîhanê pîroz kir.