Şamê giliyê Enqereyê li NY kir

Şamê giliyê Enqereyê li NY kir

Rêveberiya Şamê, ji ber piştgiriya bi komên El Qaîdeyê giliyê Tirkiye û welatên din ên herêmê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên yekbûyî kir. Nûnerê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hikûmeta Tirk di serî de Lîbya, Çeçenîstan û Kazakîstanê, gelek "terorîstên" ji welatên cuda qebûl kiriye û piştgirî daye wan ji bo derbasî Sûriyeyê bibin.

Naveroka nameya hikûmeta Sûriyeyê ya ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon û Serokê Konseya Ewlekariyê şandibû, îro hat weşandin.

Nûnerê Timî yê Sûriyeyê yê li Neteweyen Yekbûyî Beşar Caferî rewş weke "Tevî biryarên Konseya Ewlekariyê binpêkirina hemû biryarên navgînên navneteweyî" bi nav kir.

Beşar Caferî got, "Hikûmeta Tirkiye li herêmên Bab El Havva, Faûz, Ayn El Bayda, Hirbet El Coz, Reyhanli, Gazalî û Atîmayê rê dide derbasbûna komên çekdar. Tirk destekê didin komên her roj li dijî gelê Sûriyeyê, saziyên dewletê û tesîsên binesaziyê êrîşên terorîstî dikin."

Li gorî Caferî komên çekdar êrîşî bidibanan, cihên pîroz ên perestgehên Xiristiyan û Misilmanan, nûneriyên dîplomatîk, zarokên li dibistan û wesayîtên dibistanan dikin.

Li gorî dîplomat, rêveberiya Şamê di wê baweriyê de ye ku bandora Enqereyê yekser li ser êrîşan heye. Nûnerê Timî yê Sûriyeyê li gel nameya xwe her wiha lîsteyek navan a 546 şervanên Yemenî yên sînorê Tirkiye-Sûriye derbas kirine, destnîşan kir.