BI DÎMEN

Di 3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd de çanda Rojhilat hate nîqaşkirin

Di roja duyemîn a 3’yemîn a Mîhrîcana Çanda Kurd de Dr. Tabîbeh Rezayî li ser çanda kevneşopî ya Rojhilatê Kurdistanê pêşkêşiyek kir û li ser girîngiya Kirmaşanê ya di çand û hunera Kurdî de rawestiya. Her wiha “Atolyeyên Deq û Kofî” hatinvekirin.

3’YEMÎN MÎHRÎCANA ÇANDA KURD

Roja duyemîn a 3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a ku li paytexta Fransa Parîsê tê lidarxistin, bi taştêya li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hate dayîn dest pê kir. Piştî taştê li ser pêkhateya civakî-çandî ya kurdên Kirmaşanê panelek hate lidarxistin.

Ji Kurdên Kirmaşanê Dr. Tabîbeh Rezayî wek axaftvan beşdarî panelê bû û der barê çanda kevneşopî ya Rojhilatê Kurdistanê de pêşkêşiyek kir.

Tabîbe Rezayî derbarê mîrateya muzîka Kirmaşanê de agahî da û got: “Radyoya Kirmaşanê ji salên 1960-70’an ve roleke girîng di geşepêdan û gihandina çanda Kurdên li Îranê de lîst.”

Tabîbe Rezayî wiha domand: "Em deyndarê hunermendên wekî Hesen Zîrek in ku berhemên girîng bi muzîka Kurdî re anîne û ji aliyê Îraniyan ve gelekî tên naskirin û qedirbilind in. Wan salan li radyoya Kirmaşanê stranên kulta Kurdî dihatin lêdan.”

Her wiha li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya li ser mijara Koma Zimanên Hind-Ewropî de zaravayên Kurdî de pêşangehek hat vekirin.

Piştî panelê li Bonne Nouvelle "Atolyeyên Deq û kofî" hatin vekirin. Di atolyeyên ku ji aliyê mêvanên mîhrîcanê ve rastî eleqeyeke mezin hat, li ser wate û girîngiya deqên kevneşopî yên girîng ên çanda Kurdî agahî hatin dayîn. Hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê û berhemên kurdî pêşkêş kirin.

Roja duyemîn a mîhrîcanê bi gerandina govendê bi dawî bû.