Dengbêjên jin li Berlînê derketin ser dikê

Li paytexta Elmanya Berlînê Hefteya Çanda Jinên Kurd di roja 5’an de bi kilamên dengbêjên jin berdewam kir.

Di çarçoveya Hefteya Çanda Jinên Kurd a ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî ve hat organîzekirin de dengbêjên jin klamên xwe gotin. Bêrîvan Çiya yek ji dengbêjên ku çanda dengbêjiyê diparêze, di çarçoveya Hefteya Çanda Jinên Kurd de bi Herdem Gungoren re stran gotin.

Çalakiyên di çarçoveya hefteyê de wê 6’ê Adarê (sibe) roja Çarşemê saet di 18:00 de li navnîşana Urbanstr. 21, 10951 wê folklor û cil û bergên gelêrî yên Kurdî bên pêşandan.