Ryanaîr li hemberî pîlotan şer îlan kir
Ryanaîr li hemberî pîlotan şer îlan kir
Ryanaîr li hemberî pîlotan şer îlan kir
Şîrketa hewayî ya Îrlandayê Ryanaîr, ku ji bo pêşî li rêxistinbûyîna xebatkarên xwe yên di sendîkayan de bigire û rexneyên li hemberî şîrketê bitepisîne serî li her rê û rêbazan dide, berê xwe da pîlotan. Şîrket weke dedektîfekî xebitî, pîlotên rexne li ewlekariya firînê û mercên xebatê digirtin tespît kir û ji bo der heqê wan de dozê veke serî li dadgehê da.
Rêveberiya Ryanaîr, piştî ku pê hesiya li sîteya chat'ê ya bi navê PPRuNe ya li DYA pîlot rexne li şîrketê dikin, serî li dadgeha li Kalîforniyayê da û xwest nûmarayên IP yên kompûterên kesên mijara gotinê werin diyarkirin. Di vê navberê de medya dîtbarî û nivîskî ya rastî xist rojevê û helwesta şîrketê rexne kir, ji aliyê rêveberiya şîrketê ve hat diyarkirin.
DER HEQÊ 20 PÎLOT Û SAZIYA MEDYAYÊ DE DOZ HAT VEKIRIN
Şîrketê, ji bo li dijî pîlotên nasnameya wan diyar kir dozê veke, li Îrlandayê ku navenda şîrketê lê ye serî li dadgehê da. Tê payîn dadgeh biryara xwe ya der barê 20 pîlot û saziya medya ya Ryanaîr rexne kirine, aşkera bike.
Yek ji pîlotên ku rastî dozê hatiye ji Ajansa Nûçeyan Ekot a Swêdê re axivî û diyar kir ku eger ew dozê winda bike, ji bo lêçûnên dadgehê û daxwaza tazmînatê ya kargehê bide, ewê neçar be mala xwe bifiroşe.
Pîlotên ku nerazîbûn nîşanî helwesta Ryanaîr a azadiya rêxistinbûyîna xebatkaran li sendîkayan asteng, di nava vê salê de rêxistinbûyînek bi navê Ryanaîr Pîlot Groûp (RPG) ava kiribûn, ku ev kom nasnameya endamên xwe vedişêre. Di demeke kurt de ji 3 hezar pîlotên li kargehê dixebitin 1 600 beşdarî vê komê bûbûn.
Serokê Sendîkaya Pîlotan a Swêdê Bob Arnesson ku bi komê re xwedî têkiliyê ye anî ziman, ku Ryanaîr naxwaze bi sendîkayan re hevîtinê bike, rêxistinbûyîna sendîkayî ya xebatkaran napejirîne û ji ber ku piraniya pîlotan bi peyman li gel şîrketê dixebitin ditirsin ku bi awayekî vekirî şîrketê rexne bikin.
Ji ber ku çapemeniya Swêdê helwesta dijminane ya Ryanaîr a li hemberî sendîka û polîtîkaya personel rexne kir, Mudurê Giştî yê kargehê Mîchael O'Leary di meha Tebaxê de hat Stockholmê û îdîa kir ku rexne û tawanbariyên tên kirin, ne rast in.