Rûsyayê pêşnûmeyek li dijî Nazîzm pêşkêşî NY kir

Rûsyayê pêşnûmeyek li dijî Nazîzm pêşkêşî NY kir

Rûsyayê pêşnûme biryarek 'nazîzm nayê qebûlkirin' pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di amadekirina pêşnûmeyê de nêzî 40 welatan cih girtin.

Alîkarê Nûnerê Timî yê Rûsyayê yê NY Grigoriy Lîûkyantsev pêşnûme pêşkêşî Civata Giştî ya NY kir û diyar kir ku armanca wan temaşekirina li paşerojê nîne, ew dixwazin pêşî li hewldanên teqlîdkirina paşerojê bigirin.

Lûkyantsev dema pêşnûme pêşkêşî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir axaftinek kir û bal kişand ser bûyerên di dema 2. Şerê Cîhanê de qewimî. Lûkyantsev got, "Pêwistî bi înkarkirina helwestên wan ên biçûkxistinê yan jî hewceyî bi nirxandina kêmkirina girîngiya wan nîne. Mixabin di roja me ya îro de jî hewldanên ji bo teqlîdkirina paşerojê dewam dikin."

Li gorî nûnerê Rûs, yên pêşnûme amade kirine bang li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî nakin ku li paşerojê binêre. Di vê derê de, rewşên gelekî xetere yên di roja me ya îro de tên jiyîn û divê li qada neteweyî û navneteweyî li dij têkoşîn were dayîn, tê destnîşankirin.

Di amadekirina pêşnûmeyê de tevî Qesra Spî, Kazakîstan, Kirgizîstan, Ozbekîstan, Tacîkîstan û Sûriye nêzî 40 welat amade bûn. Tê payîn ev pêşnûme heta dawiya salê pêşkêşî dengdanê bê kirin.