Rojên Fîlmên Kurd li Latîn Emerîkayê

Komên piştevaniya gelê Kurd ên li Latîn Emerîkayê rojên fîlmên Kurd organîze kirin. Fîlmên Kurd cara yekemîn li vê parzemînê hatin nîşandan. Tevî vê yekê jî gelekî bal kişand.

8 fîlm (Evîn di rûyê qirkirinê de, Darên bi tenê, Mal, Piştî şer, Ji bo azadiyê, Sîka Çiyayê Kurmênc, Berfîn, Dema Dirîreşkan) ên ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatin amadekirin, bi jêrnivîsî li welatên cuda yên Latîn Emerîkayê têne nîşandan. Nîşandana fîlm wê heta dawiya salê dewam bike.

Rojên Fîlmên Kurd ên ji aliyê komên piştevaniya gelê Kurd ên li Latîn Emerîkayê ve tê organîzekirin, tevî ku cara yekê ye li vê parzemînê tê lidarxistin, gelekî balê dikişîne. Ji ber ku bernameyên sînemayan heta dawiya salê tijî ne, fîlm bi giranî li navendên saziyên cuda têne nîşandan. Heta niha li Meksîka, Paradûay û Bolîvyayê hin fîlm hatin nîşandan. Nîşandana fîlm wê heta dawiyê salê dewam bike.

Li paytexta Bolîvya La Pazê, li 5 lokalên cuda 5 rojan li pey hev 8 fîlm hatin nîşandan. Piştî nîşandana fîlman, du bergên destpêkê yên parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin. Piştî her bernameyê li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîqaş hatin kirin.

Li gelemperiya parzemînê sînemaya Kurd zêde nayê naskirin. Tîma ku rojên fîlman ên li Bolîvyayê organîze kir, diyar kir, ku ji bo danasîna fîlm û Kurdan wê dîmenan bikişînin û li gelek rojname û kovaran jî analîzan biweşînin.