Rojavafest li Swîsreyê dest pê dike

Navenda Çandê Pargîn a li Rojava û Tev-Çand li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê mîhrîcaneke bi navê 'Rojavafest' a çandî û fîlman ku wê sê rojan li ber xwe bide li dar dixin.

Em bi aktîvîsta Navenda Çandê ya Pargînê Sevînaz Evdikê û endamê Tevgera Çandê (Tev Çand) Yilmaz Beyazgul ku ji bo tevlêbûna forûma belgefîlman a wê li Spanyayê bi sed rojan dewam bike hatin Spanyayê re, li ser şahiyên çandî yên wê di navbira 30’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê de li navenda çandê ya Kugler Foundry ya Cenevreyê bên kirin û li ser pirsgirêkan axivîn. 

Yilmaz Beyazgulê rojnamevanekî berê ye ku li Swîsreyê dimîne û bi piranî li ser folklorê dixebite. Beyazgul got ku wî di kampeke perwerdehiyê de komuna fîlman a Rojava nas kiriye û wiha axivî:

"Di nav ewqas tengezariyan de ev komun li Rojava ava bû û her ku diçe karên bi şarezayî dike. Êz jê bi bandor dibim. Ji hingê ve ye her tim me hay ji hev heye."

Beyazgul diyar kir ku wan xwestiye xebatên çandî yên li Rojava bi gelê Swîsreyê bidin naskirin û got: "Rojava li Swîsreyê bi nav û deng e. Gel eleqedar e. Mîhrîcaneke bi wate ye."

SWÎSREYÊ VÎZE NEDA 

Bariş Beyazgul da zanîn ku divê endamên komunê ji bo tevlêbûna şahiyan bên Swîsreyê lê dewleta Swîsreyê vîzeyê nade. 

Beyazgul ev tişt anîn ziman: "Qewilê pasaporta hin hevalên wê werin qediyaye. Wek Rojavayiyek, derxistina pasaportê li Sûriyeyê gelek zehmet e. Ji bo yên xwedî pasaport in me vexwendname şand ji Balyozxaneya Swîsre ya li Libnanê re. Gava serîlêdana ewil balyozxaneyê got ew ê piştî 14 rojan bersivê bidin. Mayîna hevalên me li Libnanê pirsgirêk bû û ji bo dayîna bersivê ji bo vîzeyê em cardin ketin dewreyê. Lê dewleta Swîsreyê ya îdia tê kirin ku dewleteke demokratîk e, îdia kir ku li Sûriyeyê şer e û yên werin venagerin û vîze neda. Ji wê boneyê hin bernameyên plankirî me betal kirin. Bila hemû Swîsreyî û yên li Swîsreyê dijîn bên şahiya çandî û fîlman a wê bi sê rojan li ber xwe bide. Ev ê di heman demê de bibe bersivek li dijî feraseta qedexeker a dewletê jî.’’ 

KOMUNA FÎLMAN PARGÎN 

Komuna Fîlman Pargîn a di çarçoveya xebatên çandî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, sala 2015’an li gundê Deşta Sûsê yê bajarê Dêrikê yê Rojava ava bû gelek xebatên baş dike. 

Pargîn tê maneya kolîna dora konan. Bi vê rêbazê alav û amûrên di binê kon de ji ava baranê tên parastin. Armanca Pargînê, parastina çanda kevneşopî ye.  

25 kesên pirê wan koçer in ji bo avabûna Pargînê dest bi xebatê kirine. Di beşê muzîkê yê saziyê de kesên wek Mehmûd Berazî û Şêro Hindê cih girtine. 

Sevînaz Evdikê ya endama Komuna Fîlman a Rojava di der heqê pêvajoya avabûna komunê de wiha axivî: 

"Komuna Fîlman a Rojava sala 2015’an di nav akademiya Çandê de ava bû. Serê pêşîn wek yekeyekê bû ku şanîdana fîlman dikir. Bi pişt re dest bi xebata xwe ya bi xweserî kir. Ji salan 2017’an ve fîlman çêdike. Me heta bi niha 6 fîlmên metraj dirêj çêkirine. Fîlmên ji sala 2020’î heta bi niha tên kişandin ketin nav qada navneteweyî. Serê pêşîn me fîlmên ji bo nasandina Rojava bi armanca piştgiriyê çêkirin. Em êdî belgefîlm û rêzefîlman dikişînin. Rêzefîlmek qediya me dest bi yeke din kir."

Evdikê, bi lêv kir ku ew li nedana vîzeyê ji bo yên wê werîn Swîsreyê şaş nemaye û derbirî ku nihêrtina dewletên Ewropayê li Rojhilatê Navîn û welatên ji paş re mane bi pirsgirêk e. 

Evdîkê, di dewama axavtina xwe de ev gotin kirin: ‘’Ez wek hunermend sê caran hatim Swîsreyê. Swîsre û hemû welatên Ewropayê bi çavên penaberan li me dinihêrin. Me wek hunermend nabînin.’’  

‘BILA QADA HEWAYÎ LI TIRKIYEYÊ WERE GIRTIN’ 

Di dawiya axaftina xwe de Sevînaz Evdikê behsa gefên dagirkirina Rojava ya dewleta Tirk a dagirker kir û da zanîn ku ew piştgiriya banga 33 partiyan a ji bo girtina qada hewayî dike û wiha pê de çû: 

"Serokkomarê Tirk Erdogan ji berê de gefan li Rojava dixwe. Ji ber ku Kurdan modeleke alternatîf a birêvebirinê ava kir dixwaze êrîşê wan bike. Li kû zeîfiyekê bibînê êrîşê wir dike. Pêşî, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kirin. Niha jî pê bibe wê êrîş bike. Niha nikare. Xelk li jiyana xwe ya asayî dewam dike. Eger êrîş bibin wê gel li ber xwe bide, jixwe berê jî li ber dagirkeriyê li ber xwe dabû. Gele saziyên li Rojava da zanîn ku girtina qada hewayî giring e. Ev der axa me ye, em mal bi mal nas dikin. Ez wek hunermendeke Kurd a li Rojava dijîm, piştgira vê biryarê me. Ji bo girtina qada hewayî li firînê tiştê ji milên me were em ê bikin. Ne bi balafiran be dewleta Tirk nikare tiştekî bike. Ji wê boneyê girtina qada hewayî li firînê giring e û divê her kes piştgiriya ji bo biryarê bike."