Rêxistina HDP’a Îzmîrê ji bo piştgiriya Gokhan dest bi gireva birçîbûnê kir

Rêxistina HDP’a Îzmîrê ji bo piştgiriya Gokhan dest bi gireva birçîbûnê kir

Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya HDP’ê ji bo piştgiriya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkaha ku 8 rojin li dijî "Dîwarê Şermê" yê ku  di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê lêkirin  ketî  rojiya mirinê de dest bi gireva birçîbûnê kirin.

Girseya ku li ber avahiya Sumerbanka kevin hatîn li gel hev pankarta “Êm ê dîwaran hilweşînin! Ew dîwar ji bo me ne tişteke” vekirin. Gireyê sloganên “Biratiya gelan wê dîwaran hilweşîne” , “Biji berxwedana Rojava”, “Biji Serok Apo” gotin. Endamên  HDP’ê ji bo gireva birçîbûna rojêkê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama PM’ê ya HDP’ê Semra Uzunok ve hat dayîn. Uzunok da da diyar kirin ku hun nikarin gel ji hev cuda bikîn û got: “ Me di şerê cihanê yê 1-2 de dîtin rojekê diwar hatin xirakirin. Em jî wê li dijî dîwarên dinavbera gelên Mezopantanya de tên lêkirin li qada bîn.”

Uzunokê got: “Birêz Ayşê bi rojane li himberî dîwarê şermê li ber xwe dide.” Uzunokê anî ziman ku wê sibe bi hezar Kurdistanî li dijî dîwarê şermê bi meşin Nisêbînê û ev peyam da; “ Dîwar ji bo me tu wateyê nade.”

Uzunokê  da diyar kirin îro di saet 17:00'an û şunde ji bo piştgiriya Ayşê Gokhanê û li dijî dîwarê şermê li Rêxistina BDP’a Îzmîrê dest bi gireva birçîbûnê dikîn.

Endamê HDP’ê piştî daxuyaniyê ber bi avahiya BDP’ê ya ku gireva birçîbûnê lê tê dest pêkirin meşiyan. Daxuyanî di saet 17:00’an de li ber avahiya Sumerbanka kevin bidawî bû.