Helbestvan, helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina hest û ramana civakan. Cîhana xwe bi xwendevanan re parve dikin. Bi gotineke din; helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal, hizir û ramanê ye. Raste helbest huner e, lê bi qasî hunerbûna xwe, amûra ragihandina hewcedarî ya jiyanê ye jî. Ew wijdana hevpariya civatê ye. Di helbestê de afirandina lihevparkirina hest, xeyal û ramanê heye. Li ser helbestê û rola wê ya di nava çand û hunerda Kurdan de em bi helbestvan Rênas Jiyan re axivîn.
'HELBEST GEŞKIRINA BERXWEDANÊ YE'
Helbestvanê Kurd Rênas Jiyan helbest weke azadî, evîndarî û welatparêziyê nirxand û anî ziman ku helbestvanî di heman demê de mirovparêz û ziman parêzî ye. Jiyan li ser rola helbestê di nava çand û hunera Kurdan de got, "Di çanda Kurdan de rola helbestê xwedî li derketina ziman û wêjeya Kurd e. Helbest firehkirina giyanê mirovan e, mezinkirina ruhê xwe ye. Helbest geşkirina berxwedan û doza welat e."
'HELBEST RUHÊ MIN Ê DUYEMÎNE'
Jiyan desnîşan kir ku helbest şêwaza wî ya jiyanê ye û wiha pê de çû: "Ez gelek giyanî û jiyanî li helbestê dinêrim. Helbest weke ruhê min ê duyemîn e û şêwaza min a jiyanê ye. Eger ez helbestan nenivîsim ez nikarim bijîm. Dema ku ez helbestan dinivîsim ez xwe azad hîs dikim. Dema ku ez xwe azad hîs dikim û xwendevanên min wê berhemê bixwînin ew jî xwe azad hîs dikin. Dema di helbestê de xwe dilbirîn pêk neyê, ez xwe dernedim di helbestê de, wê demê wê di ruhê min de pirsgirêkên cuda derkevin. Ji ber vê yekê helbest ji bo min giyanî ye."
XEBATÊN LI SER WÊJEYÊ DIDOME
Jiyan bilêv kir ku hemû berhemên wî weke ya ewilê ji bo wî girîng û bi wate ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ez helbestan dinivîsim ez li xwendevanên pêşerojê jî difikirim û helbestan dinivîsim. Ez wêjeya Kurdî hêjayî helbestên baş dibînim û ji bo vê jî hemû helbest ji bo min girîng in. Xebatên min ên li ser wêjeyê herdemê didome û amadekariyên min ên ji bo pirtûkek nû heye."
'DENGBÊJÎ HELBESTVANÎ YE'
Helbestvanê Kurd Rênas Jiyan li ser kurte dîroka helbesta Kurdî jî axivî û ev tişt got: "Baba Tahirê Uryan weke destpêka helbesta Kurdî tê dîtin. Ji bo Kurdan ez dikarim dengbêjiyê weke destpêka helbestê bi nav bikim. Helbesta Kurdî ji çanda dengbêjiyê dest pê kiriye. Çiqas dengbêjî weke muzîk û lorandinê bê gotin jî mirov dikare bêje dengbêjî her wiha helbestvanî ye. Li gorî ferqa roja me ya îro dengbêjî nehatiye nivîsandin. Ji xwe çanda dengbêjiyê çand û hunera Kurdan li ser lingan girtiye. Dengbêjî dewlemendiyek çanda Kurdan e. Di nava Kurdan de helbestvaniya herî girîng jî dengbêjî ye."
'KURD LI HELBESTÊ XWEDÎ DERDIKEVIN'
Jiyan di çand û hunera Kurdan de asta helbestê nirxand û got: "Kurd ji helbestê hez dikin. Dema ku em li civakên biyanî dinêrin, em dibînin ku êdî qîmetê bi helbestê nadin û helbestê îhmal dikin. Civaka ku daxwaza azadiyê dike û ji bo welatê xwe têdikoşe, daxwaz û xwedîderketina li helbestê jî zêdetire. Helbest û azadî gelekî nêzî hev in û hevalên hev in. Kurdên azadîxwaz li helbestê xwedî derdikevin, ji ber ku helbest hîsên Kurdan vedibêje û Kurd xwe bi helbestê tînin ziman. Li gorî çavdêriyên min têkiliya Kurdan û helbestê baş e."
'AGIRÊ HELBESTÊ RONAHÎ YE'
Jiyan anî ziman ku herdemê helbest, helbestavan bûne hedefa desthilatdaran û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku helbest herdemê rastiyê tîne ser ziman û agirekî yê dilêr e ev jî ji bo desthilatdaran xetere ye. Ji ber agirê helbestê ronahî ye û ji ber rastiya helbestê desthilatdar helbestê ji bo xwe weke gef dibîne."