Rêjîma Sûrî taxa Şêxmeqsûd topbaran kir

Rêjîma Sûrî taxa Şêxmeqsûd topbaran kir

Hêzên Rêjîma Baas taxa Şêxmeqsûd Xerbî ya Helebê topbaran kir û di encamê de zarokek û 2 kesên din birîdar bûne.

Hêzên Rêjîma Baas saet di 15.00'an de li gor dema herêmê taxa Şêxmeqsûd Xerbî topbaran kir. Hate hînbûn di encama topbaranê  de zarokê bi navê Ebdo El-Şear (9), Ebdelqadir Ehmed û Cuma Mihemed Mihemed birîndar bûne. Hate gotin ku topbaran li dijî cihên sivîl pêk hatiye û bûye sedema ziyana madî di malên welatiyan de.