Referandûma destûra bingehîn a Misrê dê di Çileyê de were kirin

Referandûma destûra bingehîn a Misrê dê di Çileyê de were kirin

Li Misrê, referandûma destûra bingehîn dê di nava meha Çileyê de bê kirin. Rayedarên hikûmetê gotin, "Destûra bingehîn a nû, asteke nû ye."

Wezîrê Dewletê yê ji Pêşvebirina Burokratîk Berpirsyar Hany Mahmût di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala televîzyonê CBC de got, "Em behsa nava meha Çileyê dikin."

Destûra bingehîn a nû, dê di dema ku hikûmeta demî ya ji aliyê artêşê ve hat damezrandin qonaxa derbasbûyînê garantî kiriye de, astegeke girîng be.

Komîsyona destûra bingehîn aji 50 kesan, xebatên xwe hefteya bihurî bi dawî kir û belge radestî serokdewletê demî Adlî Mansûr kir. Tê payîn serok jî heta dawiya vê hefteyê dema referandûmê erê bike.