Qurbaniyên bagera Haiyan dê bi komî werin veşartin
Qurbaniyên bagera Haiyan dê bi komî werin veşartin
Qurbaniyên bagera Haiyan dê bi komî werin veşartin
Li Fîlîpînan piştî bagera Haiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane tên veşartin. Alîkarî jî di rewşeke gelekî giran de digihêje herêma karesatê.
Li Fîlîpînên, alîkariyên neteweyî û navneteweyî gelekî giran digihêje herêmên bagera Haiyan lê daye. Kesên jiyana xwe ji dest dane jî wê ji îro û pê ve bi awayekî komî bên veşartin.
Şefa operasyonê ya Neteweyên Yekbûyî ya li herêmê wezîfeyê dike da xuyakirin ku alîkariya ji bo mirovên ji karesatê rizgar bûne, gelekî giran dimeşe.
Valerîe Amos got, "Di ser karesatê re 6 roj derbas bûn, lê hînê me xwe negihandine her kesên ketine bin bandora karesatê."
Tê gotin bi hezaran mirovan ji ber karesatê jiyana xwe ji dest dane û dê bi awayekî komî bên veşartin.