Qralê Holandayê li Moskowa rastî protestoya bi fringiyan hat
Qralê Holandayê li Moskowa rastî protestoya bi fringiyan hat
Qralê Holandayê li Moskowa rastî protestoya bi fringiyan hat
Qralê Holandayê Wîllem-Alexander wê çû serdana Rûsyayê, rastî protestoa bi fringiyan hat. Hat ragihandin ku protesto ji bo bîranîna milîtanê Rûs Aleksander Dolmatov ê li Holandayê dema dihat xwestin were dersînorkirin li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî bû, pêk hatiye.
Hat ragihandin ku çalakiya li dijî Qralê Holandî ji aliyê endamên Tevgera Rûsya Din ve hatiye kirin. Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, du çalakgeran li Çaykovskî Konservatoîre ya li navenda Moskowayê fringî avêtina Qralê Holandayê Wîllem-Alexander.
Çalakgeran neheqiya li Aleksander Dolmatov ê di meha Çileyê de serlêdana wî ya penaberiyê hatibû rekirin û li girtîgeha dersînorkirinê dawî li jiyana xwe anîbû, protesto kirin.
HOLANDA HEWL DIDE TÊKILIYÊN TENGEZAR NERM BIKE
Tê zanîn ku Qralê Holandayê ji bo têkiliyên Rûsya û Holandayê yên di hefteyên dawî de ket rewşeke neyînî, nerm bike, çû serdana Rûsyayê. Keştiyeke bi navê Sunrise a ji endamên Greenpeace ku ebatên Gazprom a Rûsyayê ya li Arktîkê protesto dikir, ji aliyê komandoyên Rûs ve hatibû desteserkirin. Keştiya ji Holandayê û 2 jê rojnamevan 30 personelên tê de hînê li Rûsyayê ragirtî ne.
Holandayê di rojên bihurî de serî li Dadgeha Huqûqa Deryayê ya Navneteweyî ya li Hambûrgê dabû û xwestibû, der heqê keştî û personelên di 19'ê Îlonê de li Rûsyayê hatibû girtin, bikeve nava tevgerê.