Portekîzî budçeya sala 2014'an protesto dikin

Portekîzî budçeya sala 2014'an protesto dikin

Parlamenta Portekîzê budçeya sala 2014'an dinirxîne. Gel jî sexberîtiyên ji ber butçeya 2014'an protesto dike.

Polîtîkaya serberîtiyê ya hikûmeta Portekîzê ji aliyê gel ve tê protestokirin. Girseya gel dowîzên bi nivîsa "Hikûmet derveyî qanûnane", "Ev budçe dizîtiye", "Trokya êdî bes e" hilgirt. Di hedefa girseya gel de desthilatdarî û Yekitiya Ewropa, Bankaya Navendî ya Ewropayê û Fona Pere ya Cîhanê ku weke Trokya tên binavkirin, hene.

Girseya gel a li ser banga Sendîkaya Karê Giştî ya Portekîzê hat cem hev dirûşmên "Dema çûyîna hikûmetê hatiye" diqîrin.

Sendîkaya Karê Giştî ya Portekîzê diyar dike ku budçeya sla 2014'an derfetên kar ji holê radike, heqedest û heqê teqawîtan kêm dike, xizmetên tenduristiyê qels dike û ewlekariya civakî û perwerdeyê ji holê radike.

Partiyên koalîsyonê yên li desthilatdariyê, di wê baweriyê de ne, ku ji ber piraniya meclîs di destê wan de ye, dikarin bi hêsanî budçeyê ji meclîsê derbas bikin.

Li gorî budçeya 2014'an ku tê payîn di 26'ê temam bibe, tê plankirin ku teserûfek ji 3.9 mîlyar euro'yî bê kirin.