Polîtîkayên nîjadperest ên li dijî koçberan hatin protestokirin
Polîtîkayên nîjadperest ên li dijî koçberan hatin protestokirin
Polîtîkayên nîjadperest ên li dijî koçberan hatin protestokirin
Li bajarê Elmanya Hambûrgê roja Şemiyê nêzî 15 hezar kes ji bo mafê niştecihbûnê yê penaberan, li hemberî polîtikayên hikûmeta eyaletê yên li dijî penaberan meşiyan. Li gel otonomparêz, hristyian, hunermend, sendîkavan û xwendekaran, parlamenterên Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr, Chrîstîane Schneîder û Mehmet Yildiz û endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn di meşê de amade bûn.
Koma koçberan a ji Rojavayê Efrîkayê ya bi navê "Lampedûsa ya li Hambûrgê", ku bi pankarta bi nivîsa "ji şer, koç, neheqiyê re êdî bese! Ji bo mayînê em li vir in", ev çend meh in di rojeva Hambûrgê de ye.
Koma ji 300 penaberî ku di Adara îsal de ji ser girava Lampedûsa ya Îtalyayê xwe gihandin Hambûrgê, piraniya wan ji Lîbyaya ji aliyê hêzên NATO'yê ve hat bombekirin neçar man koç bikin. Koçberên ji Efrîka Rojava, ku di çarçoveya projeyeke Yekitiya Ewropayê de 2 salan di şert û mercên nebaş de li Îtalyayê man, piştî ku dema projeyê qediya, bi awayekî ne fermî li ser wan hat ferzkirin ku biçin Elmanyayê. Têkoşîna wan a ji bo wergirtina mafên xwe di demeke kurt de ji Hambûrgiyan destek dît. Pêkanîna nîjadperest a polîsan ku beriya demeke kurt bi kontrola nasnameyan û binçavkirinan ket dewrê, her roj li gelek qadên bajêr hatibû protestokirin.
Bi teybetî di taxên St. Pauli û St. Georg polîsan ên ku çermê wan reşe hemû di kontrola nasnameyan de derbas dikirin, li dijî van pêkanînên nîjadperestî gelek pêkhateyan rêbazên cuda bi karanîn hikûmeta eyaleta Hamburgê neçar kirin ku şûnde gav bavêje.