Polîs û jendermeyan êrîş birin ser gundekî Hezexê

Polîs û leşkerên Tirk êrîş birins er gundekî navçeya Hezexê ya Şirnexê, ku di hilbijartinên giştî de ji sedî 80'ê deng ji Partiya Çepên Kesk re hatibû dayin.

Li gorî agahiyan, hêzên dewleta Tirk serê sibehê avêtin ser gundê Qesra Develê yê navçeya Hezexê.

Li vî gundê ku nifûsa xwe zêdeyî 3 hezar kes e, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji sedî 80 deng ji Partiya Çepên Kesk re hatibû dayin. Hêzên dewleta Tirk dixwazin elektrîkê li ser gund bibirin.

Di serdegirtinê de TOMA û gavên çavan dişewitînin li dijî gundiyan hatin bikaranîn. Gundî dibêjin, ji ber piştgiriya wan a ji bo Partiya Çepên Kesk, dixwazin bi rengekî komî wan ceza bikin. Gundî li hemberî terora leşker û polîsan li ber xwe didin.