Pirtûka 'Serkeftin' digihêje ber destê xwendevanan

Pirtûka 'Serkeftin' ku ji rojnivîska Têkoşîn Tolhildan hatiye amadekirin, hate çapkirin.

Rojnivîska Têkoşîn Tolhildan (Rûhal Akyildiz) ku di sala 1997'an de tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû û di 1'ê Tebaxa 2004'an de li Dersimê şehîd bû, bi navê "Serkeftin" wekî pirtûk hat çapkirin.

Pirtûka ku ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve ji bo çapê hatiye amadekirin, ji rojnivîskên ku Têkoşîn Tolhildan di navbera salên 2000-2003’an de amade kirine hatiye berhevkirin.

Çapa yekem a pirtûkê ku ji 176 rûpelan pêk tê û gelek helbest tê de cih girtine, di meha Gulanê de ji aliyê Weşanxaneya Meyman ve hatiye kirin.

Têkoşîn Tolhildan hest û ramanên xwe yên li ser lêgerîn, nakokî, evîn, têkoşîn û jiyanê di rojnivîska xwe ya dîrokî de nivîsand.

JINEK BI EVÎNÊ XEMÎLÎ YE

Di pirtûkê de nirxandinên malbatê û hevrêyên wê di derbarê têkoşîna wê de jî cih girtin.

Fatma Adir ku hevrêya Têkoşînê ye û di heman deme de pêşgotina pirtûkê amade kiriye, diyar dike ku pirtûka Serkeftin beşeke kurt a jiyana azadîxwazekê yeku ji bo pêkanîna îdealên xwe derketiye pêş.

RUHÊ WÊ AZAD BÛ

Hevrêyeke din a Têkoşînê Nûjiyan Şevger jî ku Têkoşînê weke "Şervana heqîqetê, lehenga hêviyê ya li dijî xerabiyê di serdemeke ku efsane tên jibîrkirin" pênase dike û diyar dike ku Têkoşîn jineke xwedî ruhê azad e.

Şevger anî ziman ku Têkoşîn zû hînî jiyana çiya bû, ji çiya û gerîla hez kir û weke çem diherikî û wiha got:

“Dilê wê hesas û dilovan bû. Ji ber empatiya xwe ya bilind, wê fêm kir ku ji kê re çi hewce dike, li ku têdikoşe û diêşe û ji bo qenckirina wê her hewl da. Lewma jî teqez dilê hemû hevalan xweş kir.

Helbest dinivîsî, stran digot, teqlîd dikir, şano dilîst, her tim dikeniya. Wê hez dikir ku her kêliya jiyanê veguherîne afirandinek. Di her zehmetiyê de hêviyek heye ku kêliyek mirov pê bikene...

Ligel hemû zehmetiyan jî meşa li pey azadiyê hewce dike ku di her şert û mercî de hêviya xwe winda neke. Têkoşîn di hemû jiyana xwe de di her kêliya jiyana xwe de hêviyê weke prensîb nirxandiye. Ji ber vê yekê tu zehmetî, tenêtî û hovîtiya şer ew têk nebir."