Pirtûka nû ya Şeyda Asmîn a bi Kirmanckî: Rayvanîya Rojawa de

Nivîskar Şeyda Asmîn ku berhemên xwe bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî dinivîsîne, pirtûka wê ya nû 'Raywanîya Rojawa de' ji aliyê Weşanxaneya Meymanê ve hate çapkirin.

Pirtûka ji 80 rûpelî ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve ji bo çapkirinê hate amadekirin û ji dehan çîrokan pêk tê. Piraniya van çîrokan jî li Rojava derbas dibe û qala berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dike.

Di çîrokan de li gel berxwedanê her wiha qala eşq, xiyanet, welat, xeyalşikestin û hesretê jî dike. Çîrokên ku di navbera salên 2012 û 2020'î de li Kobanê, Efrîn, Qamişlo, Heleb û Xinêre hatin nivîsandin rengê şer radixe pêş çavan.

Yek ji çîrokên ku balê dikişîne ew e ku sala 1994'an li navçeya Qilabanê ya Şirnexê leşkerek ji aliyê gerîlayan ve dîl tê girtin.

Pêşgotina pirtûkê ji aliyê nivîskar Kamer Soylemez ve hatiye nivîsandin ku Kamer Soylemez ji bo pirtûkê dibêje, "Ev çîrok eynika Rojava ye."

Pirtûk ji meha Tîrmehê û pê ve bi rêya van têkiliyan dikare bê peydakirin:

E-mail: [email protected]
Twitter: @Wesanen_Meyman
Tel: 0031 65 79 13 039
Site: pirtukxane.net