Pirtûka Medenî Ferho ya ‘Lebşêrîna Ezda’ derket

Piştî romana Medenî Ferho ya ‘Masalya Ulkesî’ , pirtûka helbestên li ser ola Ezdatiyê ‘Lebşerîna Ezda’ derket.

Lebşêrîna Ezda ya ji 365 çarîneyan pêk tê. Di destpêka pirtûkê de, niyazên ayinxanên Ezdayî ye, piştî silava dergehên mewlewî, çarîneyên ji despêka avakirina cîhanê, têkiliya mirovan, pîrozî, nirx û niyazên têkildarî Ezda, ezman, ferîşteh, axa, av û agir, hewa û afirger, mirov û afirgeriyê cih digirin.

Medenî Ferho, di helbestên Lebşêrîna Ezda de, daye xuya kirin ku, li pey nivîskariya Kurd, bi taybetî li pey helbesta Kurdî, çend hezar sal hene. Li Kurdistanê, bi taybetî di ola Ezdayî de, di upanîşadên Zerdeşt û hemû pêşêngên civakî de, gotin pîroz hatiye dîtin. Gotin wekî sozê, wekî bext û girêdana bi mirov, xweza û jiyanê ve hatiye bikaranîn. Di gelek serdeman de Vandîdata Zerdeşt wek desturnameya civakî hatiye bikaranîn. Lê ji sedema qedexe û dagirkeriya bi zilmeta dehşetengîz, “gencîne-î zimanê Kurdî”, feylesofiya civaka Kurd, ber şibaqa dagirkeran ketiye û hatiye talan kirin.

Nivîs û nivîsandin demeke dirêj hatiye qedexe kirin. Ji ber qedexe û tunekirina çand û zimanê Kurdî, ne tenê pirtûkxane, bi giştî magazîna çanda Kurdî ji holê hate rakirin.

Di mekan de dîrok hatiye tine kirin, di mirov de fîlozofî û ziman hatiye tinekirin. Lewma her pirtûka bi zimanê Kurdî tê nivîsandin, di bedena Kurdî de nefesek e.

Çanda Kurdî, nivîskarî û afirgeriya Kurdî, di qonaxek dîrokî de ye. Di vê qonaxa krîtîk de, pêdivî bi afirgeriya nivîsandina zimanê Kurdî, di her dabaş û babetan de heye. Bi vî rengî em dikarin li dijî talangeriya çanda rawestin, li dijî asîmlasyon û otoasîmlasyona zimanê zikmakî derkevin.

Nivîskar Medenî Ferho anî ziman ku romana Masalya Ulkesî, wek ji navê wê tê fêm kirin bi Tirkî hatiye nivîsandin. Ferho got Xwendekar dikarin bêjin; “Tu behsa parastina zimanê Kurdî, têkoşîna li dijî asîmlasyonê dike, lê te romana xwe bi Tirkî nivîsî ye”. Ferho diyar kir ku ew roman di sala 1984’an de li Girtîgeha Metrîsê hatiye nivîsandin. Winda bû, lê Kurdiya pirtûkê jî, bi navê “Berxwedan Jiyan e” hatiye nivîsandin û çapkirin. Nivîska Ferho destnîşan kir ku Roman, bîr û xeyalê Kurdan yê azadiyê ku bi efsane û çîrokan ji zarokên xwe digotin, mijara romanê ye.

Nivîskar Medenî Ferho bal kişand ser pirtûka Lebşêrîna Ezda û da xuyakirin ku Lebşêrîna Ezda jî, îdîa ku ziman Kurdî ola kevin ya Kurdan Ezdayî, di çarçoveya derfetan de, bi zimanê helbestê hatiye vegotin. Nivîskar Ferho got: “Ola Kurdan ya kevin, yanî Ezdayî, bûye bingeha hemû olên “semawî”, navê ola Cihuwan jî, “Yahuda” bi navê Xwedanê şevûrojê “ya Xweda hû”  ye. Lê Cihuwan ola xwe di aliyê çandî, zanîstî û pîroziyan de bi rêya gotinê, bi rêya belgeyan, hem dewlemend kirine, hem bi nirx û pîrozî kirine... Baş tê zanîn ku Daniel Peyamber, (gotina pêxenber piştî cenabê Muhammed hatiye bikaranîn), peyamber-pêxember gotinek Kurdî ye. Bi zimanê Erebî pêxember “Resûl e”, Peyamber pêşengê civakê yê xwedî gotina ezmanî ye.

Divê nivîskarên Kurd, helbestvanên Kurd, rewşenbîr û întelijansiya Kurd, bi afirgeriya xwe de, di her baskî, babetan de, vê rastiyê li ber çavan bigirin û di atlasê mêjiyê Kurdan de, di rastiya îro û dîroka demê de, bi mekan û lehengiya ciwanên Kurd binivîsin û bikin amurê refên magazîna çanda Kurdî.”