Pirtûka Halîm Daner hate nasandin
Li Hannover pirtûka ji bo Halîm Daner ê li Elmanyayê hatibû qetilkirin hate nasandin.

Di çarçoveya ‘Kampanyaya Halîm Daner’ de li bajarê Hannover ê Elmanyayê pirtûka ‘Halîm Daner-Êşkence, Qedexeya Koçber û Gulekirin’ bi çalakiyekê hate nasandin.
Çalakiya ku li Halîm Daner a li Patzê hate kirin monderatororiya wê Hanna Legatîs kir.
Ji berdevkê kampanyayê Ayfer Kahraman peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a sala 1994’an ji bo Daner şandibû ku di pirtûkê de cih digirt hate xwendin. Her wiha helbesta Doxtor Rodî ya ‘Ez gerîlam e- Ben Gerillayim’ ji aliyê Sevîm Devrîm ve hate xwendin.
Li çalakiyê li ser navê Karê Derve ya NCKD a Hannoverê Osman Agirî, li ser navê Rote Hîlfe (Alîkariya Sor) li ser navê nûnertiya IL û dîsa navê ciwanên Hannoverê Vedat Batman, li ser navê Dîe Lînke jî Deva Muller û Sosyolog Ferda amade bûn.
Di axaftinên hatin kirin de behsa pêvajoya qedexeya PKK’ê ya sala 1993’an û dîsa qetilkirina Halîm Dener hate kirin, dîsa bal kişandin ser stûxwarkirina Elmanya ya li ber rejîma Erdogan dike ku hê jî bi awayekî bê hiqûqî siyasetmedar û aktivîstên Kurd li girtîgehan bin.
Di dewama çalakiyê de nameya birayê Halîm Dener a şandibû jî hate xewndin.
Xwendekar dikarin pirtûkê ji Malapirtûkan a Annabee, Infoladen Kornstraße, NAV-DEM Hannover û dîsa pirtûkxaneyên pirtûkên çepgir peyda bikin.
Her wiha dikarin ji depertmana firotinê ya wêjeyê ya Rote hîlfe ([email protected] ) jî peyda bikin.