Pirtûka ‘Geliyê Tiyarê-Bila Neyê Jibîrkirin’ derket

Pirtûka ‘Geliyê Tiyarê-Bila Neyê Jibîrkirin’ ji nav Weşanên Meymanê derket.

Pirtûka ‘Geliyê Tiyarê-Bila Neyê Jibîrkirin’ ji nav Weşanên Meymanê derket. Pirtûk ji aliyê Nûpelda Engîn hatiye amadekirin û bi tevkariya rojnameya Newayua Jin hate weşandin.

Nûpelda Engîn di sala 2011’an de di Qetlîama Geliyê Tiyarê de yek ji wan gerîlayan e ku ji qetlîamê rizgar bûye. Di pirtûkê de kes, bûyer û mekan dem rast in û di heman demê de rojnivîskên gerîlayên şehîd, nivîsên li ser gerîlayên ku di qetlîamê de şehîd bûne jî heye.

Di cîlda pêşîn de qala gelek gerîlayan tê kirin û lê di navenda romanê de çîroka Medya Ronahî, Roza Semsûr û Gever Feraşîn heye.

Pirtûk ji van navnîşanan dikare were bidestxistin:

Li ser malpera pirtukxane.net

Hesabê twîtterê: @Wesanen_Meyman
Telefon: 0031 62 65 39 382.