Pirtûka "Çîrokên Jinên Wêjekar" derket

Pirtûka Nû ya Rojnamevan û Nivîskar Roza Metîna ya bi navê "Çîrokên Jinên Wêjekar" derket. Rojnamevan û Nivîskar Roza Metîna, got ku ji ber bandora erênî ya çîrokan li ser ziman, civak û wêjeyê ji bo jinan nivîsandina çîrokan pir girîng û taybet e.

Rojnamevan û nivîskar Roza Metîna pirtûka xwe ya bi navê "Çîrokên Jinên Wêjekar" weşand. Berhema "Çîrokên Jinên Wêjekar" ku bi hevkariya jinan hatiye çêkirin, ji 35 çîrokan û 192 rûpelan pêk tê. Metîna li ser vê pirtûka ku nû derketiye, naveroka wê û tevkariya wê ya ji bo ziman û wêjeya Kurdî ji ANF'ê re axivî.

Dikarî behsa pirtûka xwe bikî?

Pirtûka “Çîrokên Jinên Wêjekar” ji çîrokan pêk tê û ev çîrok bi hestên jinan hatine honandin. Ji ber bandoreke çîrokê ya erênî hem li zer ziman hem li ser civakê hem jî li ser wêjeyê heye, nivîsandina çîrokan ji aliyê jinan ve gelek giring û taybet e. Bi saya çîrokan mirov ji dîrok, çand, huner, rastiya civaka xwe haydar dibe û dibe xwediyê agahiya gelek tiştên din ên giring. Çîrok wekî kodeke bîra civakê ye jî. Li ser esasên vê giringiyê wekî jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de me biryara derxistina du pirtûkên ji çîrok û helbestên jinan pêk tên, da. Amadekariya pirtûka “Çîrokên Jinên Wêjekar” min kir, amadekariya “Helbestên Jinên Wêjekar” jî ji aliyê Zozan Gulan û Nurcan Delîl ve hat kirin. Ev helbest û çîrok bi Kurdî hatine nivîsandin. Ji bo derketina xwedî li zimanê zikmakî û wêjeya Kurdî, cihekê xwe yê taybet heye. Jin ku bi salan e bindest in û li ber bindestiyê li ber xwe didin, divê binivîsin. Bi nivîsînê têbikoşin. Jinên çîrokên wan di pirtûka bi navê  “Çîrokên Jinên Wêjekar” de hene, bi pênûsa xwe têkoşiyane.  Ji wê boneyê derketina xwedî li berhemên wiha û keda jinên wêjekar, gelek giring e. 

Çend çîrok di pirtûkê de hene, rûpelên wê çend in?

Di berhema "Çîrokên Jinên Wêjekar" de ku jinan bi keda bi hevparî honandiye, 35 çîrok hene û rûpelên wê 192 ne. Dema derketinê jinan ev pirtûk li ser medyaya dîjîtal gelek parve kir û kêfa jinên çîrokên wan di vê berhemê de hene, hat. Hinek jin bi şandina çîrokên xwe bi projeyê re bûn piştgir, hinekan edîtorî kir, hinek di warê aboriyê de, hinek jî di nivîsandina gotina pêşîn a pirtûkê û çapkirina berhemê de bûn alîkar. Ji lew ma ye ku mirov dikare bibêje ku rihê yekitiya jinên Kurd di vê berhemê de derket pêş. Ev berhem wê di arşîvên dîrokê de jî cihê xwe bigire û ji bo nifşên piştî me wê bibe çavkaniyek. Hinek jinan jî bi saya vê berhemê ew derfet dît ku çîrokên nivîsandine, çap bibin. 

Biryara nivîsîna çîrokan çawa hate dayîn?

Kar û xebatên jinan ên di warê ziman û wêjeyê de, hêjayê pêsindanê ne. Wekî her qadê dema di qada ziman û wêjeyê de jî rengê jinan derkeve pêş ew dibe sedema pêşketinê û hişyarkirina civakê. Ji bo xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî bi xebateke hevpar a jinan li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd gelek xebat hatin kirin. Ev proje jî yek ji van xebatan e. Ji bo xizmet û bipêşketina ziman û wêjeya Kurdî me biryar da em vê pirtûkê çap bikin. Di pirtûka "Çîrokên Jinên Wêjekar" de têkoşîneke jinan a li dijî qalibên zayendperest jî heye. Armanceke bi çapkirina vê pirtûkê jî têkoşîna li dijî ziman û helwesta zayendperest e. 

Sedema nivîsînê çi bû?

Bi saya nivîsandinê mirov gelek armancên xwe pêk tînin. Nivîsandin wateyeke giranbiha li jiyana mirovan bar dike û hişmendiya civakê pê bi pêş ve diçe. Ji bo min nivîsandin lewma giring e. Bi taybetî nivîsandina bi zimanê dayikê hêvî û mexsedeke gelek mezin e. Rêbazeke parastina bîr, çand, huner, dîroka gelekî ye. Xwedîderketina li nasnameyê ye. Ji ber bi salan e ziman, çand, huner, wêjeya gelê Kurdan tên qedexekirin û astengkirin, têkoşîna bi nivîsandinê ya bi zimanê xwe divê xaleke jêneger be. Lewma bi taybetî hemû berhemên min, bi Kurdî ne. Sê berhemên min di sala 2023’yan de derxistin jî hemû bi Kurdî ne. Antolojiya Çîrok û Helbestên di Zindanan de (Rabûna Berî li Gulberojan), Guliyên Ji Bêhna Şimamokan û Çîrokên Jinên Wêjekar di sala 2023’yan de derketin û li wêjeya Kurdî zêde bûn. Tu bi kîjan zimanî binivîsî tu ji wî zimanî re xizmetê dike. Lewma nivîsandina bi Kurdî jî xizmeta ji bo ziman, çand, huner, dîrok, wêjeya Kurdan e.

Bandora kîjan çîrokên berhema ‘Çîrokên jinên wêjekar’” li ser te çêbû? 

Dema min berhevkarî û edîtortiya berhema “Çîrokên Jinên Wêjekar” dikir, kelecaneke mezin bi dilê min digirt. Ev kelecaneke cuda bû. Çimkî kelecana her xebatê cuda ye. Di vê berhemê de kelecana derketina pêş a keda jinan hebû. Lewma jî dikarim bêjim bi gelek kêf û coş min ev xebat bi rê ve bir. Enîse Şîrin jî edîtortiya vê berhemê kir. Li vir em wê jî ji bîr nekin û em dibêjin keda wê jî sax be. Ez dikarim bibêjim ez di bin bandora her çîrokê de mam. Çimkî di her çîrokê de evînek, têkoşînek, êşek, rastiyeke civakî ya bandor li mirov dikir hebû. Di van çîrokan de hêza pênûsa jinan derket holê û vê yekê jî hêz û wêrektiyeke xurttir da min. 

Çima we ev berhem bi navê ‘Çîrokên jinên wêjekar’ çap kir? Tu taybetiya vî navî heye gelo?

Wateya “wêjekar” bingeheke xurt a çand, huner û civakê ava dike. Ev nav li têkoşîn û berxwedana jinên kurd a bi salan gelek tê. Bi vî navî di heman demê de me xwest em giringiya rol û mîsyona jinan ya di qada wêjeyê de jî hîn bêhtir bidin xuyakirin. Em wexta li dîroka wêjeyê ya jinên Kurd binêrin xwediyê dewlemendiyeke mezin e. Jinên kurd di qada wêjeyê de pêşengiyeke mezin kiriye. Dayê Tewrêza Hewramî, Rihan Xanima Loristanî, Mestûre Kurdistanî û gelek jinên din ên Kurd mînakên vê yekê ne. Yek ji mînaka herî giring jî jinên dengbêj in. Wan bi saya wêje û çanda devkî ya dengbêjiyê çîrokên bi sedan û hezaran salan gihandine nifşên nû. Wan parêzkariya dîroka qedîm a Kurdan kiriye. Lewma gotina wêjekar û keda jinên Kurd a di dîrokê de hev û din temam dikin. 

Pênaseya têkiliya jinan û wêjeya Kurdî ya bi hev û din re dikarî çawa bikî?

 Girêdaneke pir zexm di navbera  jinan û wêjeya Kurdî de heye. Em vê yekê ji berhemên jinan derxistine holê fam dikin. Em dema li folklora Kurdî dinêrin xwediyê dewlemendiyeke mezin e û pêşengiya vê dewlemendiyê jî jinên Kurd kiriye. Ya ev yek ji nifşên nû re ragihandine jî jinên Kurd bi xwe ne. Em rola Cemîla Celîl a di qada folklorê de û gelek jinên din ên Kurd ji bîr nekin. Jinên kurd ên li cemxaneyan hem li sêz xistiye hem helbest xwendine, eynika wêjeya Kurdî û têkoşîna di vê qadê de ne. Loma jin û wêje hev û din temam dikin. Lewma ked û hêza pênûsa jinên Kurd a di qada wêjeyê de gelek giring e. 

Derketina xwedî li wêjeya Kurdî bes e gelo? 

Ziman û wêjeya Kurdî li cîhanê xwediyê kokek asas in û gelek kevnar in. Gelekî dewlemend in û bandora xwe li ser gelek welat û gelên li cîhanê jî kirine. Rêyeke berfireh jî ji şaristaniya Rojhilata Navîn û cîhanê re vekirine. Gelek berhemên baş di qada wêjeya Kurdî de tên weşandin jî. Lê belê dema em li milê xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî binêrin, têra xwe xwedî li berhemên Kurdî û wêjeya Kurdî nayê derketin. Çanda xwendinê têra xwe di nava civakê de bi pêş neketiye. Xwedîderketina li ziman û wêjeya kurdî xwedîderketina li rûmet, siberoj û nasnameya xwe ye. Ji lew ma banga min li Kurdan ew e ku li ziman û wêjeya xwe bibin xwedî.

 Çend jinên kedkar ên wêjeya Kurdî hene? 

Belkî wekî daneyeke zelal mirov nekare bide lê belê bi sedan jinên Kurd îro pênûs rakiriye pênûsê û di beşên cuda de dinivîsin. Ji dîrokê heta niha ev rihê têkoşînê yê bi rûmet berdewam e. Jinên kurd nivîsandin û hilgirtina pênûsê di heman demê de wekî rêbazeke têkoşînê ya li dijî zihniyeta yekperest û baviksalar jî bi kar aniye. Niha di girtîgehan de jî jin li dijî zihniyeta nasnameya Kurdan înkar dike, bi pênûsa xwe dinivîsin. Tevî şert û mercên dijwar jî diafirînin, xizmetê ji ziman û wêjeya Kurdî re dikin. Em jî heta ji destên me tê em hewil didin ku li vê kedê bibin xwedî. Li ser navê gelek saziyan ez amadekariya berhemeke çîrokên jinên di zindanan de dikim. Di vir de armanca esas ew e ku keda jinê bi avê de neçe û bigihîje ber destên gelek kesan. Bi hêviya ev berhem jî di demeke kurt de bigihîje ber destên xwîneran. 

Bi kurtasî behsa çîrokên di berhema “Çîrokên jinên wêjekar” de bikî dibe? 

35 çîrok di vê berhemê de hene. Di her çîrokekê de jî mijareke dilê mirov miz dide heye. Hinek jinan di çîrokên xwe de zilm û zordestiya li jinan hatiye kirin û têkoşîna li dijî vê zilmê gotiye.  Hinek jinan rastiya ku di nava Kurdan de gelek caran derketiye pêş aniye ziman. Eşq, zilm, rastiya civakî, têkoşîna li dijî qalibên zayendperest, têkoşîna jinan, hêviya divê her tim di dil de zindî bê hiştin di van çîrokan de derdikeve pêşberê mirov. Di her çîrokê de jiyanek heye. Ev jiyan jî bi rastiya xwe derketiye holê. Bandora van çîrokan li ser derûnî û binhişê mirov dibe. Hêja ne. Ez dibêjim keda hemû jinan a ji bo vê berhemê hatiye dayîn sax be.’’