Peyman Viyan: Di 4’ê Nîsanê de em her derê bikin qada berxwedanê

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê roja rizgariya jinên Kurd û gelê azadîxwaz e û got, “Divê di 4’ê Nîsanê de em li her qadê daxwaza azadiya fîzîk a Rêber Apo bikin."

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me ANF’ê re axivî. Viyan destnîşan kir ku, 4’ê Nîsanê roja rizgariya jinên Kurd û gelê azadîxwaz e û got, “Ji bo vê yekê 4’ê Nîsanê ji bo me xwedî wateyekî wiha ye ku vejîna hemû zindiyan e.”

‘ROJA VEJÎNA GELÊ KURD E’ 

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan diyar kir ku di rastiyê de roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê wateya rojabûna mirovatiya azad û wiha got, “Di serî de ez rojbûna Rêbertî li Rêber Apo pîroz dikin, di heman demê de li gelê Kurd û jinan, gelê azadîxwaz ên Rojhilata Navîn û her kesê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, pîroz dikin. Bi taybetî vê roja pîroz li Dayê Uwêyş û li hemû dayikên aştiyê pîroz dikim. Her wiha di sala 2004’an de 4’ê Nîsanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li Rojhilatê Kurdistanê hate avakirin. Li ser vê bingehê em damezirandina PJAK jî li hemû gelê Kurd, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pîroz dikin. Ji ber ku ev roj ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî girîngiyekî mezin e. Hem rojekî dîrokiye û hem rojekî vejîna hemû gelê Kurd e.”  

‘4’Ê NÎSANÊ ROJA RIZGARIYA JINAN Û TEVAHÎ GELÊ AZADÎXWAZ E’

Peyman Viyan anî ziman ku, bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd re jin û gelê Kurd jî jidayik bûne û wiha dewam kir, “Çima em dibêjin carekî din vejînekî nû ye. Ji ber ku bi salan bû, êrîşekî tunekirinê li ser gelê Kurd dihate meşandin. Sîstema dagirker a ku dixwest gelê Kurd bi hemû rêbazan tune bike, bi jidayikbûna Rêber Apo re, gelê Kurd carekî din bûn xwedî îrade û hebûn û êrîşên dijmin têk birin. Jinên Kurd ji bo hebûna xwe têkoşîn kirin, di dema niha de em dikarin bêjin ku jin hebûna xwe bi dest xistin e. Jidayikbûna Rêber Apo bû ronahî û gelê Kurd û hemû netewên din ji wê tarîtiya zalimkaran rizgar kir. 4’ê Nîsanê roja rizgariya jinên Kurd û gelê azadîxwaz e.  Ji bo vê yekê 4’ê Nîsanê ji bo me xwedî wateyekî wiha ye ku vejîna hemû zindiyan e. Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd hate dinyayê. Ji ber vê yekê hêzên dagirker û komploger xwestin di şesxê Rêber Apo de qirkirina gelê Kurd pêk bînin. Xwestin bi vê armancê fikir û felsefa Rêber Apo tunebikin. Ev êrîş û pêk anîn heta roja me ya îro jî dewam dike. 25 sal in li dijî Rêber Apo tecrîdek ku mînaka wê li tu deverê cîhanê nebe tê pêk anîn. Bi saya berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd, tevahî polîtîkayên qirêj ên dijmin vala hatine derxistin. Rêber Apo pêvajoya Îmralî weke zayinekî nû girt dest û ramanên xwe belavî hemû cîhanê kir. Jidayikbûna Rêber Apo bû berhemek li Kurdistanê û li tevahî cîhanê belav bû. Her wiha hemû  mirovahî para xwe ji vê berhema azadiyê girt.” 

NIKARIN RAMANÊN RÊBER APO JI HOLÊ RAKIN

Viyan bal kişand ser çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got, “Azadiya Rêber Apo, azadiya netewan, jinan û tevahî gelê bindestan e. Bi taybet di van salên dawî de em dizanin ku tevahî gel ji fikirê Rêber Apo sûd werdigrin û li ser vê fikrê têkoşîn dikin. Her wiha şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir, carekî din ji cîhanê re da isbat kirin ku fikrê Rêber Apo nayê zindankirin. Dibe ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve li Îmraliyê dîl hatibe ragirtin, lê belê ramanên Rêber Apo li hemû cîhanê belav dibe. Niha jî tirsa dagirkeran a herî mezin ev e. Ji ber wê tecrîdeke ewqas girankirî li ser Rêber Apo didin meşandin. Ji ber ku Rêber Apo damezrîneyê felsefa ‘Jin Jiyan Azad’ ye. Rêber Apo ji zaroktiya xwe ve û heta niha, rêxistinkirin û perwerdekirina jinan kir bingeha hemû azadiyan. Azadiya jin da pêşiya azadiya welat û netewan. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ berhemê vê yekê ye. Ji bo wê niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, her wiha tevahî cîhan hebûna xwe divê felsefê de dibîne. Her kes jiyanekî azad di vê felsefê de dibînê. Ji bo vê jî divê em şoreşê berfirehtir bikin. Di heman demê de gelê Kurd li Kurdistanê di Newrozê de peyamekî pir xurt da hêzên dagirker û xwedî li Rêberê xwe derketin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêvajoya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, xwedî li paradîgma Rêber Apo derketin. Di Newrozê de peyamekî pir mezin a serhildêr, berxwedêr û serkeftinê dan. Bi taybet ji Maku heta Îlamê bi ruhekî serhildêr Newroz pîroz kirin û bi helwestên xwe dan diyar kirin ku azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin.”  

‘HETA RÊBER APO AZAD NEBE NE PÊKAN E KU EM AZAD BIBIN’

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan di dawiya nirxandinên xwe de bang li tevahî gelan kir û got, “Bi wesîleya 4’ê Nîsanê, pêwîste em hemû kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê veguherînin qadên berxwedanê û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin. Em sala 2023’yan bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Bi azadiya Rêber Apo re netew rizgar dibin, jin azad dibin û hemû mirovahî azad dibe. Em hemû qadan bikin qadên têkoşînê, bi têkoşînê em dikarin serkeftinê bi dest bixin. Pêwîste gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê roja 4’ê Nîsanê helwesta xwe redîkaltir bikin û têkoşînê bilindtir bikin. Carekî din ji dagirkeran re bidin nîşan ku bê azadiya Rêber Apo, azadiya me ne pêkan e.”