Peykerê Apê Yûsif hate çêkirin

Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin ku 9'ê Mijdara 2021'ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Apê Yûsif Gulo tevî neviyên xwe Mazlûm û Mihemed Gulo di 9'ê Mijdara 2021'ê de li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi droneya biçek ve hatibû qetilkirin. Peykersaz Emîn Ebdo ku peykerê Apê Yûsif Gulo çêkir, anî ziman ku ew bi vê berhemê serbilind e.

Emîn Ebdo ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tevî du hevalên xwe, li gorî daxwaza civakê di 6'ê Çileyê de dest bi çêkirina peker kirine. Ebdo anî ziman ku wî di sala 1988'an de Apê Yûsif nas kir û got, "Dema ku bi Tevgera Azadiyê re kar dikir, em gelek caran li hev rast dihatin. Ji xwe em li heman taxê bûn, berê jî me hev nas dikir, lê belê bi Tevgera Azadiyê re em hîn bêhtir nêzî hev bûn. Vegotin ne hêsan e. Mirovekî xwezayî bû, pêşeng bû, şaşitî qebûl nedikir û gelekî dilsozê jiyanê bû. Ya rast hest û dilsoziya min a bi Apê Yûsif re ji min re bû alîkar ku peyker çêbikim. Naxwe çêkirina peykerê welatparêzekî mîna Apê Yûsif ne karekî hêsan e."

'MIN RÛYÊ WÎ DI HIŞÊ XWE DE NEQIŞAND'

Ebdo ragihand ku wî rûyê Apê Yûsif li hişê xwe neqişand, lewma careke din pêwîstî bi temaşekirina li wêneyan nedît û wiha dewam kir, "Ji bo hêjayî Apê Yûsif be me bejna wî bi du qatî mezintir çêkir. Weke gelê Rojava em dixwazin peykerê berxwedan, lehengî û şehîdên xwe çêbikin. Em dixwazin şoreşa xwe, keda xwe, mafên xwe bi rêya peyker jî nîşan bidin. Gelekî bi wate bû ku bi rêya hunerê Apê Yûsif vebêje, keda wî nîşan bide. Ez gelekî pê kêfxweş bûm ku hêjayî keda wî bûm û min peykerê wî çêkir. Her kesê ku Apê Yûsif nas dike yan jî dixwaze nas bike wê bi vî peykerî wî bi bîr bîne."

'ÇÊKIRINA PEYKER JI BO MIN SERBILINDÎ YE'

Ebdo destnîşan kir ku çêkirina peykerê Apê Yûsif ji bo wî gelekî bi wate û xwedî cihekî taybet e û wiha dewam kir, "Cihê serbilindiyê ye ku bûm peykersazê kesayetekî li nava civakê naskirî û hêja. Pê serbilind im ku min peykerê kesayetekî welê berxwedêr çêkiriye. Apê Yûsif mezinê malbatekê bû ku 20 şehîdên xwe hene. Pêşengê malbatekê ye ku ji bo gel û xaka xwe li ber xwe dide. Çêkirina peykerê kesayetekî bi vî rengî yê berxwedêr hem min hestewar dike, hem jî serbilind."

'BI ROJAN XEW NEKETE ÇAVÊN MIN'

Ebdo ragihand ku di dema amadekariyê de xew nekete çavên wî, mîlîm mîlîm, parçe parçe li ser fikirî û got, "Normal zehmet e ku peykerên bi vî rengî di nava 6 mehan de biqede. Di serma û seqemê de em xebitîn, bi coş û kelecaneke mezin me çêdikir. Em di asta dawî de ne."

'BI HUNERÊ BERSIV JI DIJMIN RE HATE DAYIN'

Ebdo destnîşan kir ku Apê Yûsif di dil û mejiyê gel de ye û got, "Dijmin çi dike bila bike wê bi sed hezaran kes bikeve şûna kesekî. Me bi rêya hunerê bersiv dan dijmin."