Pevçûnên li Kongo dijwar dibin

Pevçûnên li Kongo dijwar dibin

Li Komara Kongo ya Demokratîk, pevçûnên navbera artêş û tevgera 23'ê Adarê ev sê roj in bênavber dewam dikin.

Li rojhilatê welêt di navbera artêş û tevgera 23'ê Adarê pevçûn dewam dikin. Rayedarekî Neteweyên YekbûyÎ da xuyakirin ku pevçûn li derdora Kîbûmba ya li bakurê Gomayê dewam dikin.

Artêşê duh êvarê da xuyakirin ku wan kongrola Kîbûmba xistine destê xwe, Tevgera 23'ê Adarê jî diyar kir ku ev yek bi tenê propaganda artêşê ye. Hat ragihandin ku bi tenê herêmek li Monûsco ketiye destê artêşê.

Tevgera 23'ê Adarê ku ji Gulana 2012'an û vir ve aktîf e, tê gotin ji Rwanda û Ûgandayê piştgiriyê dibîne. Di 10'ê Îlonê de hevdîtinên aştiyê destpê kiribûn. Ji roja Duşemê û vir ve hevdîtin qut bûne.