Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî wê li Stuttgartê bê lidarxistin

Pêşbirka Çîrok û Helbesta a Huseyîn Çelebî ku her sal bi pêşengiya tevgerên xwendekarên Kurd YXK û YXK tê lidarxistin, îsal wê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê pêk were.

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ji aliyê Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin.

Pêşbirk îsal wê di 2'ê Cotmehê de li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê pêk were. Navnîşana cihê pêşbirkê wiha ye: “Festhalle Feuerbach Grazerstraße 70469 Stuttgart”

Di pêşbirkê de wê xelat ji çîrok û helbestên serketî yên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Elmanî re bêne dayin.

Di pêşbirka îsal de Cemîl Qoçgirî, Sûna Alan û Rêber Serhad wê konserê bidin. Her wiha pêşangeha hunerê ya Elîf Kuçuk û Savaş Boyraz wê bê nîşandan.

Komîteya Amadekar bang li wêjehezan, ciwanan, gelê Kurd û dostan kir ku beşdarî pêşbirkê bibin.