Penaberên Sûrî ji bo derbaskirina zivistanê lebetên xwe di firoşin!
Penaberên Sûrî ji bo derbaskirina zivistanê lebetên xwe di firoşin!
Penaberên Sûrî ji bo derbaskirina zivistanê lebetên xwe di firoşin!
Penaberên ku ji ber rewşa şerê li Sûriyeyê reviyan Lubnanê, ji bo zivistana xwe derbas bikin lebetên xwe yên hundir di firoşin. Li gorî lêkolînên Kovara Alman Der Spiegel, di nava penaberên Sûriye yên li Lubnanê firotina gurçikan zêde bûye.
Pevçûnên ku di sala 2011’an li Sûriyeyê destpêkirî dewam dikin, ji ber vê yekê jî penaberên ji ber hatina zivistanê ji bê çareyî lebetên xwe yên hundirîn di firoşin
Li gorî lêkolînên kovara heftaneya a Der Spiegel li Lubnanê gelek penaberên Sûrî ji bo diravan bi dest bixin di xebitin ku lebetên xwe bi firoşin.
Kovar wiha dinivîse: “ Ev bazara gelek bi qezenç her ku diçe di nava penaberan de kesên di firoşin zêde dibin. Wisan lê hatiye ku pêşbirkê li gel donerên Filistînê dike. Ji ber hêviya ku tenê zivistanê debara malbara xwe bikin difiroşin.”
CIWANÊ BI 7 HEZAR DOLAR GURÇIKÊ XWE FIROTÎ
Ciwanê ku ji berî 7 rojan gurçikê xwe yê çepê firotî û hin birîna wî saxnebûyî Raid ê 19 salî pejirand ku bi Spiegel'ê re bi axive, Raid da diyar kirin ku ji berî 7 heyvan di gel dayîk, bav û 6 birayên xwe ji Helebê reviyane Beyrûtê. Ciwanê li vêderê rastî şert û mercên giran ên jiyanê hatî da diyar kirin ku, bêyî ku dudil bibe gurçikên xwe firotiye 7 hezar doran.
Pişt re Raid, bi rêya kesekî naskirî bi kesê bi navê Ebu Huseyên re dikeve têkiliyan. Dide diyar kirin bi rêya Huseyînê bi Bin Man tê naskirin bi komek di karê gurçikan de bûyî pispor a ji bo gurçikan Sûriyeyê bibîne ji berî 14 heyvan ketiye nava komê.
Ji ber şerê li Sûriyeyê derdora milyonek Sûriyeyî li Lubnanê bi cih bûne. Der Spiegel destnîna dike ku gelek bikirên lebetan ev yek wek derfetekê dîtîne û komên wek Big Man li Beyrûtê li avahiyekû razîdansiyelê bicih bûne û karên kaçax yên klinikê dikin. Li nexweşxane û Beyrûtê her sal li Rojhilata Navîn bi 10 hezaran dewlemend ji bo vegustina gurçikan tên vê derê.
LEBETÊN ROJHILATA NAVÎN JI BO DEWLEMENDAN DIÇE
Rayedarên Der Spiegel di din diyar kirin ku, zêde bal neyê kişandina li ser cihê lebatan. Ji pisporên veguhestina lebatan a Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) Luc Noel, wiha bertek nîşan dide: “Ev bazar ji bo bi şeklek hêsan pêk bê rewşeke îdeale.”
LEBETEK TÊRA DERBASBÛNA ZIVISTANÊ DIKE, GELO PIŞT RE?
Kovara Alman di dide diyar kirin ku, di nav de Ebû Huseyîn jî di nava 12 heyvan de ji bo gurçikan li gel derdora 150 kesan hevdîtin kirine. Ev gurçik piranî ji kesên tenduriya wan di cih de yên temê wan di navbera 14-30 salî de yên penabaranin. Gurçik piranî di firoşin welatên kendavê û welatên biyanî. Di de diyar kirin ku, hinek welatên DYA û Ewropa di kirin. Li gorî pisporan her sal li derdora 5 ta 10 hezar veguhestina gurçikan tê kirin.
Raid aniye ziman ku, gurçikê xwe yê firotî 7 hezar dolaran tenê dikare zivstanê malbara xwe pê xwedî bike. Bikirên gurçikên Raid dê 15 dolar jê kar bibînin. Ebû Hûseyîn komisyona xwe 600 ta 700 dolar digre.
Raid di dema li ser maseyê emeliya gurçik de Ebû Huseyîn li gel hevkarekî xwe bavê Raid ji bo tiştên zivistanê dibe bazarê. Raidê ku derman nedayinê û bi tenê hiştî li ser pirsa “gelo pişt re?” dide diyar kirin ku, “ez nizamin”