‘Penaberên diçin nexweşxaneyan ji ber derî tên zivirandin’
‘Penaberên diçin nexweşxaneyan ji ber derî tên zivirandin’
‘Penaberên diçin nexweşxaneyan ji ber derî tên zivirandin’
Serokê GOÇ-DER Îlyas Erdem ê di panela bi mijara “Di huqûqa xerîban û îltîcayê de dema nû” ya Weqfa Civak û Huqûqê de axivî, diyar kir ku dema bi daxwaza ji bo Rojavayiyan ji bo peydakirina cih çûne cem Qeymeqamê Navçeya Fatîh ji wan re gotiye, “Ev 6 meh in ez li Stenbolê me hîn min ji xwe re malek nedîtiye ma ez ê ji wan re bibînim. Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efû ya Navneteweyî Volkan Gorendag jî got, “Deriyê ku Tirkiye pesnê wê dide ji bo Rojavayiyan girtî ye.”
Ji aliyê Weqfa Lêgerînên Civak û Huqûqê ve li Salona Civînê ya Cezayîr bi mijara “Di huqûqa xerîban û îltîcayê de dema nû” panelek hat çêkirin. Di panelê de mijarên wek, Qanûna Xerîban û Parastina Navneteweyî, Xebatên Rêxistinkirinê yên Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçê û hwd. hat nîqaşkirin.
Di rûniştina bi mijara "Li Tirkiyeyê Çavkaniyên li ser Tecrûbeyên Koçberiyê û di Dema Dawî de Tevgerên Koçberiyê yên li ser Tirkiyeyê” Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Volkan Gorendag, ji Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Denîz Mardîn û Serokê GOÇ-DER Îlyas Erdem beşdar bûn. Axaftina destpêkê ku ji aliyê Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Volkan Gorendag ve hat kirin, Gorendag got ku li Tirkiyeyê têkildarî koçberiya komî û mafên penabertiyê de qanûnek nîn e, tenê mafê penabertiyeke demkî tê dayîn. Gorendag axaftina xwe wiha berdewam kir, "Destpêkê ji Sûriyeyiyên cara yekê bi awayekî komî koçkirin re ‘mêvan’ hat gotin. Paşê hat gotin ku ‘Di Statuya parastina demkî de ne. Ji bo wan mirovan ji huqûqek ku nîn bû terîfa statuyekê hat kirin." Gorendag têkildarî wargehên hatine avakirin jî wiha got, “Em nikarin biçin wargehan. Tevayî raporên lêkolînkirinê tê redkirin. Ev hemû nîşan didin ku polîtîkayên Tirkiyeyê ên di mijara Sûriyeyê de ne baş in.”
‘PENABERÊN DIÇIN NEXWEŞXANEYAN JI BER DERÎ TÊN ZIVIRANDIN’
Gorendag axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Deriyê ku Tirkiye pesnê wê dide ji bo Rojavayiyan girtî ye. Ji bo elewî û kurdan wargeh nayên çêkirin.” Ji Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Denîz Mardîn jî bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya kesên koçî Tirkiyeyê kirine û wiha got, “Penaberên diçin nexweşxaneyan ji ber derî tên zivirandin. Lewma mirinên dayik û zarokan ên naçin nexweşxaneyê zêde rû didin.”
'ROJAVAYÎ JI ALIYÊ HIKÛMETÊ VE NAYÊN DÎTIN'
Piştî Mardîn Serokê GOÇ-DER’ê Îlyas Erdem jî bal kişand ser pirsgirêkên ku Rojavayî pêre rû bi rû tên û got ku Rojavayiyên koçî Tirkiyeyê dikin ji aliyê hikûmetê ve nayên dîtin, tu maf ji bo wan nayê naskirin. Erdem got ku dema ji bo Rojavayiyan çûne cem muxtarê Taxa Kuçukkoy a Emînonu bersiva, “Em difikirin bi esnafên vê derê re îmzeyan kom bikin û wan ji vir biavêjin”dane wan. Erdem diyar kir ku dema bi daxwaza ji bo Rojavayiyan ji bo peydakirina cih çûne cem Qeymeqamê Navçeya Fatîh jî ji wan re gotiye, “Ev 6 meh in ez li Stenbolê me hîn min ji xwe re malek nedîtiye ma ez ê ji wan re bibînim.”