Penaberê Kurd ku bi firçeya diranan wêne çêkir, bû fînalîst

Mûstafa Azîmîtabar ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li kampeke penaberan a li Awûstralyayê 8 salan hate hiştin, bi otoportreya xwe ya ku bi firçeya diranan çêkir, di pêşbirka xelatan a herî navdar a vî welatî de bû fînalîst.

Mûstafa Azîmîtabar ku ji ber zextên Îranê reviya, di pêşniyar wêneyan herî navdar a Awûstralyayê de bû fînalîst.

Azîmîtabar ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku dema bihîst bûye fînalîst gelekî pê şa bûye.

Azîmîtabar sala 2014'an dema ku li kampa penaberan a Awûstralyayê ya li Girava Manûs a Papûa Nû Gîne tê bicihkirin, bi firçeya diranan dest bi çêkirina wêneyan dike.

Li gorî gotinên Azîmîtabar, gardiyanan boyax nedane wî bi hinceta ku dikare daqurtîne û zerarê bide xwe. Li ser vê yekê bala Azîmîtabar diçe ser qehwe û firçeyeke diranan.

Penaberê Kurd dibêje, "Ez nizanim bê çi bû... Kêliyeke gelekî taybet bû. Min rahişt firçeya diranan, xist nava qehweyê û li ser kaxizê gerand" û ew kêlî weke "serketinê" pênase kir.

Azîmîtabar koda 'KNS088' ku heyşt salan lê hatibû kirin, kir navê otoportreya xwe. Penaberê Kurd diyar kir ku bi rêya vî karî wî xwestiye 'êş û hêza' jiyana penaberiyê raxe pêş çavan.

Azîmîtabar got, "Huner û wêne kir ku xurt bimînim û dewam bikim. Ji ber ku dema wêne çêdikim êdî travmayê hîs nakim."

Penaberê Kurd di 21'ê Çileya 2021'ê de bêyî îzahek jê re bê kirin hate berdan û li Awûstralyayê hewl dide jiyana xwe ji nû ve ava bike.

Azîmîtabar diyar dike ku ji bo rêxistineke mirovî weke dilxwaz dixebite.

Serketiyê Xelata Archîbald ku wê 100.000 dolarê Awûstralyayê (68.00 Euro) bistîne wê 13'ê Gulanê bê eşkerekirin.