Papa Francîsco merasîma yekemîn a Neolê pêk anî

Papa Francîsco merasîma yekemîn a Neolê pêk anî

Yekemîn lîderê rûhanî yê alema Xiristiyan ê ne Ewropî Papa Francîsco axaftina xwe ya Noelê kir. 

Li Dêra San Pîetro ya li Vatîkanê 10 hezar kes beşdarî merasîma Noelê bûn. Girseya li Meydana San Pîetro jî ji ekranên mezin li merasîmê temaşe kir.

Francîsco ku bi xwe Arjantînî ye û di meha Adarê de bi hilbijartinan re bû Papa, bi kincê xwe yê spî ku sî û ronahiyê temsîl dike, weazek kurt da.

Papa Francîsco got, "Di dîroka me ya şexsî de jî demên ronî û bi xwîn hene û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger em ji Xweda û xwişk-birayên xwe hez bikin, emê ber bi ronahiyê ve bimeşin. Lê eger dilê me bê girtin, xurûr, derew û berjewendiyên me yên şexsî dê li ser me serdest bin. Hingî wê hêzên tarî dorê li me bipêçin."

Papa bi 300 kardînal, pîskopos û rahîban dûa kir. Papa got, "Xwe venegerin. Bavê me bi sebir e. Ji me hez dike û ji bo heta axa pîroz ji me re pêşengiyê bike Îsa da me. Ew di nava tarîtiyê de bû ronahî. Ew aştiya me ye."

Papa wê îro saet di 11'an de bajar û cîhanê, piştî cejna Paskalya cara duyemîn pîroz bike.

Roja 31'ê Kanûnê jî wê ji bo spasdariya ji sala bihurî, merasîmek bê lidarxistin. Rojek piştre jî wê Dêr merasîma sala nû ku weke roja aştiya cîhanê binav dike, pêk bîne. Di 6'ê Çileyê de jî dê roja 'Hz. Îsa xwe ji nû ve nîşanî mirovan da' were pîrozkirin.