Opozisyona Sûriyê daxwaza çekên nû kir!
Opozisyona Sûriyê daxwaza çekên nû kir!
Opozisyona Sûriyê daxwaza çekên nû kir!
Rêveberên opozisyona Sûriyê îda kirin ku hêzên Îsalmî dest danîn ser depoyên wan ên çekan, ji welatên Rojavayî û Ereban xwestin ku piştgiriya wan a bi çekan bikin. Tê zanîn piraniya hêzên Artêşa Azad radestî hêzên radîkal yên Îslamî bûne û çekên ji bo Artêşa Azad yê welatên Rojavayî rêdikin, dikevin destê hêzên giridayî El Qaîde.
Rayadarên Opezisyona Sûriyê ku tevlî civîna koma sereke ya Dostên Sûriyê ku li Londonê hate lidarxistin bûn, bang li hêzên Rojavayî û Welatên Ereban ku piştgiriya çekan bikin. Tê zanîn piraniya hêzên Artêşa Azad xwe radestî hêzên radîkal yên Îslamî bûne û çekên ji bo Artêşa Azad dikevin destê hêzên giridayî El Qaîde.
Piştî civînê Berpirsiyariya Bilind a Koalîsyona Hêzên Opozisyona Sûriyê Munzir Aqbîq ji rojnemevanan re axivî û îda kir ku hêzên Îslamiyên tûnrew ku li Sûriyê şer dikin girtine ser paygeh û depoyên hêzên girêdayî oposizyonê yên li nêzî sînor Tirkiyê û dest danîne ser hemû alav û navendên wan. Aqbîq, mukir hat ku hêza wan a leşkerî ne rêxistinkiriye û wiha got: "Em baş dizanin ku pirsgirêkên me hene û saziyên me yên leşkerî ku hatibin rêxistinkirin tune ne."
Aqbîq, bang li hêzên Rojavayî û welatên Ereban ên ku piştgiriya wan dikin kir ku piştgiriya wan bikin da ku karibin hêza xwe ya li Sûriyê komî ser hev bikin.
Tê zanîn komêkên çeteyên Opozîsyona Sûriyê ev demeke li dijî Rojavaya Kurdistanê bi hêzên DAIŞ/Cephet El Nusra dinava hevkariyê dene û êrîşî gelê Kurd dikin. Heman hêzên Opozîsyona Sûrîyê çekên ji welatên Ereban û welatên Rojava tên teslîmî hêzên giridayî El- Qaîde.