NY: Pevçûnên li Başûrê Sûdanê di asteke xetere de ne

NY: Pevçûnên li Başûrê Sûdanê di asteke xetere de ne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon diyar kir ku ji ber bûyerên dijwariyê yên demên dawî li Başûrê Sûdanê, xwe bi fikar in. Ban Kî-moon bang li aliyan kir ku bersiveke erênî bidin bangên diyalogê û hişyarî da ku pêşeroja welêt nexin xeteriyê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hikûmet û hêzên mûxalefetê yên hikûmeta Sûdanê kir ku hurmetê nîşanî mafên sivîlan bidin û ewlekariya sivîlan têkûz bikin. Ban hiqûq û mafên mirovan a navneteweyî anî bîra aliyên pev diçin û destnîşan kir ku yên vê binpê bikin, dê hesabê bidin.

Ban ragihand ku ji bo parastina personelên UNMISS ên ser bi NY û sivîlan, çi ji destê wan tê dikin û anî ziman ku êrîşa li hemberî kampa penaberan a Akobo ku UNMISS lê wezîfeyê dike, tirs xistiye nava dilê wî.

Ban diyar kir ku li kampa penaberan sivîl hene û diyar kir ku her çend nehatibe zelalkirin jî di encama vê êrîşê de windahiya can û birîndarbûn rû daye. Ban got, "Divê yên ev êrîş kirine werin ronîkirin û ji ber vî sûcê kirine, berpirsyar werin girtin.