NY: DAIŞ, Boko Haram û Îsraîlê bi hezaran zarok qetil kirin
NY: DAIŞ, Boko Haram û Îsraîlê bi hezaran zarok qetil kirin
NY: DAIŞ, Boko Haram û Îsraîlê bi hezaran zarok qetil kirin
Di şerên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê de herî zêde zarok derbê dixun. Neteweyen Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku tevî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di êrîşên rêxistina Boko Haram û Îsraîlê ya li Gazzeyê de bi hezaran zarokan jiyana xwe ji dest dane yan jî seqet mane.
Nûnera Taybet a Neteweyen Yekbûyî ku li ser mijara mafên zarokan û pevçûnan hat wezîfedarkirin Leyla Zenguriy, di axaftina xwe ya li Konseya Ewlekariyê de bal kişand ser pevçûnan û komkujiyên tên serê zarokan.
Li gorî vê yekê, terora çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a li Iraqê derbê li zarokan dide. Li gorî Nûnera Taybet a NY, ji destpêka salê û vir ve herî kêm 700 zarok jia liyê terorîstên DAIŞ'ê ve ya hatine kuştin yan jî seqet hatine hiştin. Leyla Zenguriy ragihand ku li hin cihan zarokên 13 salî weke leşker tên bikaranîn û anî ziman ku hejmara qurbaniyên zarok ên ji ber ewlekariyê wan hînê baş zelal nekirine, dibe ku gelekî zêde be.
Nûnera NY da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê gelek zarok kirine binçavan û nayê zanîn zarok li ku tên ragirtin.
Zenguriy bibîr xisti ku rêxistina Boko Haram a li Nîjeryayê bi bandor e, par û îsal bi sedan zarokên keç revandiye û bal kişand ser êrîşên rêxistinê yên li hemberî dibistan û nexweşxaneyan. Zenguriy destnîşan kir ku Boko Haram ji aliyê Sekreteriya Giştî ya NY ve weke rêxistineke kujerê zarokan tê dîtin.
Nûnera Taybet a NY Leyla Zenguriy diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Gazzeyê yên mehên payizê de zêdeyî 500 zarokan jiyana xwe ji dest dane, hezar 300 jî birîndar bûne. Zenguriy destnîşan kir ku divê hemû aliyên di şer de rê li ber mirina zarokan vekirine bên cezakirin.