NSA çawa dikeve nava Google û Yahoo!?
NSA çawa dikeve nava Google û Yahoo!?
NSA çawa dikeve nava Google û Yahoo!?
Der barê karên sîxuriyê yên global ên DYE de her roj agahiyên nû derdikevin holê. Li Ewropayê skandala guhdarîkirina li mîlyonan mirovî her mezin dibe. Li aliyê din derket holê ku Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Emerîka (NSA) ji navendên data yên kargehên teknolojiyê Yahoo û Google bi dizî agahî wergirtiye.
Karên sîxuriyê yên DYE ku ji aliyê sîxurê berê yê CIA Edward Snowden ve hatin kifşkirin, bi belgeyên nû mezin dibe. Bi taybetî derket holê ku di navbera Kanûna 2012 'u Çileya 2013'an de li gel axaftina bi telefonê ya bi mîlyonan mirovên li Ewropayê, li lîderên 35 welatan jî hatiye guhdarîkirin. Agahiyên ji aliyê medya Ewropayê ve hatin weşandin, ji aliyê NSA ve hatin derewandin. Di serî de Fransa û Elmanya welatên Yekitiya Ewropa di mijara îstîxbarata bi DYE re hevkariyeke nû dixwazin.
Ji aliyekî ve tengezarî û krîza ji ber guhdarîkirina li welatî û lîderên Yekitiya Ewropayê mezin dibe, li aliyê din îro jî der barê xebatên sîxuriyê de agahiyên nû derketin holê.
NSA ÇAWA DIKEVE NAVA GOOGLE Û YAHOO!?
Li gorî nûçeya Washîngton Post NSA agahiyên bi mîlyonan bikaranînerên kargehên Yahoo! û Google ji navenda Fort Meade ya li eyaleta Marylandê re şandiye. Ev agahî jî bi rêya belgeyên Snowden li raya giştî belav kir, derket holê. Li gorî belgeyan, di nava 30 rojan de naveroka e-mail ên zêdeyî 180 mîlyon bikaranînerên înternetê hatine kontrolkirin.
Navê bernameya sîxuriyê ya nû derket holê jî "Muscular" e. Armanca wê çavdêriya serwerên Google û Yahoo! ye. Di çarçoveya vê bernameyê de NSA ket hundirê hin beşên binesaziya hundurîn a van kargehên Web'ê. Bi gotineke din, ket hundirê tevnên navbera serweran, ku daneyên bikaranîneran lê tên stokkirin û organîzekirin. Bi hevkariya servîsên îstîxbaratê yên Îngilîz re, daneyên di kabloyên fîberoptîk ên serweran bi hev ve girê didin, tên kopîkirin. Bi rêya vê yekê bi sed mîlyonan dane tên komkirin. Bi tenê ji 9'ê Kanûna 2012'an heta 9'ê Çileya 2013'an 181 mîlyon 280 hezar û 466 belgeyên nû hatin peydakirin.
Cudahiya bernameya Muscular ji bernameya bi navê PRISM ku bi NSA bi vê yekê bi awayekî qanûnî daneyan kom dike ew e, ku NSA li xaka DYE sînorên qanûnan derbas bike. Li DYE di vê astê de berhevkirina daneyan qedexe ye, lewma ev xebatên korsanî li welatên biyanî tên kirin. Di vê rewşê de "Foreign Intelligence Surveillance Court" (mercê huqûqî yê daxwazên erka çavdêriyê dinirxîne) ji ber ku ev yek ne di qada xebata wê de ye, nikare tiştekî bêje.
Wahîngton Post dexstnîşan dike ku bernameya Muscular ji valahiyeke mebestê sûdê werdigire. Google û Yahoo! dan xuyakirin kuk wan destûreke bi vî rengî nedan NSA û dibêjin ev korsanî ye. Berdevkekî Yahoo! dibêje, "Ji bo pêkanîna ewlekariya navendên me yên daneyan, kontroleke me ya berfireh heye. Ji bo xwe gihandina van navendên me, me erk ne dane NSA ne jî dane navgîneke din a hikûmetekê." Google jî dibêje, "Ev demeke dirêje em ji hewldanên bi vî rengî fikaran dikin. Jİ ber vê yekê xebatên me yên asêkirinê, dewam dikin."
Patronê NSA Keîth Alexander jî agahiyên di Washîngton Postê de hatin weşandin red kir û îdîa kir; "Bi qasî ku dizanim karekî bi vî rengî qet nebûye."
PEYMANA BAZIRGANIYA SERBEST A DI NAVBERA DYE Û YE DE DI XETERIYÊ DE YE
Ji ber karên sîxuriyê, peymana bazirganiya serbest a navbera DYE û Yekitiya Ewropa (YE) de careke din ket rewşeke xetere. Ji ber krîza butçeyê ya li Washîngtonê beriya niha paşve hatibû xistin. Alîkara Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê Vîvîane Reddîng di serdana xwe ya 29'ê Cotmehê ya li Washîngtonê de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Di navbera dost û hevalbendan de karê sîxurî nabe (...) Gelekî lezgîn û girîng e ku hevalbendên me yên Emerîkî ji bo tezekirina vê baweriyê bikeve nava tevgerê."