Nîjadperestî li Stockholmê ji aliyê bi hezaran ve hat protestokirin
Nîjadperestî li Stockholmê ji aliyê bi hezaran ve hat protestokirin
Nîjadperestî li Stockholmê ji aliyê bi hezaran ve hat protestokirin
Tevî hunermendên navdar ên Swêdî bi hezaran kes duh daketin kolanên Stockholmê û nîjadperestî û dijminatiya biyaniyan protesto kirin.
Di xwepêşandana ji aliyê rêxistinbûyîna bi navê "Dijberiya Nîjadperestiyê ya Stockholmê" ku ji sendîka û rêxistinên li dijî nîjadperestiyê pêk tê ve hat organîzekirin, rêxistinên girseyî yên demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û hunermendan bal kişandin ser têkoşîna li dijî dijminatiya biyaniyan û nîjadperestiya li Ewropa û Swêdê zêde dibe û destnîşan kirin ku rêya kêmkirina nîjadperestiyê jî xurtkirina mafê penaberiyê, berfirehkirina sînorên azadî û mafên demokratîk e.
Ji ber beşdariya hunermendên navdar ên Swêdê, beşdariya îsal a li xwepêşandanên dijberiya nîjadperestiyê ku ev 8 sal in tê lidarxistin, zêde kir.
Bi hezaran kesên li Meydana Sodermalm a Stockholmê hatin cem hev, bi pankartên li dijî dijminatiya biyaniyan û nîjadperestiyê dest bi meşê kirin. Xwepêşandêran dirûşmên "Em li kolanên xwe nîjadperestan naxwazin", "Bijî Piştevaniya Enternasyonal" û "Bimire Faşîzm" qîriyan û hatin Meydana Medborgarplatsen.
Jason Dîakîte yê ji Efrîkaya di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku rêya têkbirina nîjadperestiyê, li her qadên jiyanê meşandina têkoşîna li dijî dijminatiya biyanî û nîjadperestiyê ye.
Seroka Duyemîna Konfederasyona Sendîkayên Karker a Swêdê Îngela Edlûnd, Serokê rêxistina ciwanan a Partiya Çep (Çepa Ciwanan) Stefan Lîndborg, Seroka Partiya Karkera a Sosyal Demokrat Şaxê Swêdê Veronîa Palm, Hunermendê Roman Hans Caldaras û Hunermend Kawa Zolfagary di axaftinên xwe de diyar kirin ku di serî de Misilman û Cihû gotinên nîjadperest ên li dijî koçberan zêde bûne. Hat destnîşankirin ku dijminatiya biyaniyan û nîjadperestî bi tenê beşekî biçûk ê civakê ye, beşa mezin a civakê nêrînên nîjadperestî qebûl nake.
Kawa Zofagary got, "Girîng e em niha nîşan bidin ku em çiqasî girseyî û xurt in. Bawer bikin; em mirov çiqasî bêdeng bimînin, dê nîjadperestî jî ewçend zêdetir bê qebûlkirin. Lê em vê red dikin û dengê xwe bikind dikin."