Nîjadperestan Varşova veguherandina qada şer

Nîjadperestan Varşova veguherandina qada şer

Komek ji nîjadperestan paytexta Polonya Varşova veguherandin qada şer. Meşa bi wesîleya roja serxwebûnê hat lidarxistin, veguherî xwepêşandana komên radîkal ên rastgirt. Di meşê de komên nîjadperest êrîşî çepgiran kirin û bi molotof kokteyl û fîşekên hewayî êrîşî konsolosa Rûsyayê kirin. Polîsan di xwepêşandanê de ava şid û gaza çavan dişewitîne bikaranîn, gelek xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.

Meşa bi wesîleya roja serxwebûnê veguherî bûyerên dijwariyê yên komên rastgir û neteweperest ên radîkal.

Rastgiran êrîşî malên komun ên komek ji çepgir lê diman, kirin. Komên rastgir kevir û meşale avêtin kesên di xaniyan de, çepgiran jî li ser banê avahiyê bi kevir û molotof kokteylan bersiv dan êrîşa rastgiran. Ji ber bûyeran xanî û wesayîtên li derdorê zerar dîtin. Xwepêşandêran hin wesayît şewitandin.

Komên ku piştre bi ço û keviran êrîşî polîsan kirin, bi hêzên ewlekariyê re pev çûn.

Rastgirên radîkal nîvê şevê hewl dan êrîşî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê bikin. Çalakvanên ku piraniya wan rûgirtîbûn, fîşekên hewayî avêtin nûneriya dîplomatîk. Xwepêşandêrên hewl dan têkevin hundirê avahiyê, rastî benda polîsan hatin. Di bûyeran de zêdeyî 20 xwepêşandêr hatin binçavkirin.