Nav-Berlîn li benda xwendekaran e

Komîsyona Çand û Hunerê ya Nav-Berlînê xebatên xwe yên serdema nû didomîne. Ji Komîsyonê Mustafa Ergûn got ku ew li bendê ne ku her kes ji govendê heta şanoyê beşdarî kursan bibin.

Komîsyona Çand û Hunerê ya Freie kurdische Gemeinde e. V (Navenda Kurdistaniyên Azad li Berlîn - Nav-Berlin) di şaxên baglama, govendên gelerî, def/erbane, şano, koroya zarokan û qursa zimanê Kurdî de li ser xebatên çand û hunerê yên komên temenên cuda disekine. Di gelek çalakî/ şahiyan de ku li Berlînê hatin lidarxistin de ji herêmên cuda yên Kurdistanê govendan pêşkêş dikin; Koma Feraşîn a ku bi salan di bin sîwana Nav-Berlînê de xebatên xwe dimeşîne û bi tevahî ji jinan pêk tê, bi serdema nû re lez da xebatên xwe.

‘EM ÇANDA XWE ZINDÎ DIHÊLIN’

Ji Komîsyona Çand û Hunerê ya Nav-Berlînê Mustafa Ergun der barê xebatên xwe de ji ANF’ê re axivî. Ergun diyar kir ku wek Komîsyona Çandê ya Nav-Berlînê wan dest bi kursên govendê kirine û wiha got, “Ji xeynî wê kursa tembûr, koroya zarokan, kursa ziman heye. Em her serdem dest bi xebatên nû dikin. Xwendekarên nû tên. Him li Berlînê him jî di bin banê giştî yê TEV-ÇAND’ê de xwendekarên me yên berê xebatên xwe didomînin. Em çanda xwe zindî dihêlin; bi muzîk, govend, dîlan, resim û hwd…”

‘DÎLANEK BI HÊSANÎ DERNAKEVE’

Ergun anî ziman ku ji ber ew ji herêma Xinis-Varto hatiye, bi piranî govendên wê herêmê dizane û wiha axivî, “Ji bilî wê ez hema hema govendên tevahî herêmên Kurdistanê dilîzim. Di warê perwerdekaran de me par herêma Gimgimê nîşan da. Îsal herêma Koçgirî, lê bi giranî herêma Gimgimê, ji ber ku ez bi xwe ji wî alî me. Di dîrokê de cihê dîlanan ji bo me girîng e, dîlanek bi hêsanî dernakeve. Ku kesek were û bibêje “ez vî karî dikim, bila dîlanek derkeve”, du muzîk, du not an jî du lêdana li defê, dîlan dernakeve. Hemû jî di jiyana rojane de xwedî wateyek in. Girtina destan xwedî wateyek e. Wateya girtina bi tiliya piçûk heye, wateyek girêdana destan, lîstina mil bi mil heye. Ji ber van demsalan, ji ber hilberîna rojane, ji ber şîna wan, ji ber xemgîniya wan, ji ber kêfa wan; hemî wateyek wan heye. Di nava folklorê de em dikarin gelek dewlemendiyên ji dîroka xwe bibînin.

Mînak dîlana Yarê ya herêma Gimgimê heye. Dîlana şînê ye. Bi gelemperî di dîlanên din de em dibişirîn û her dem dilgeş in, lê li Yarê rûyê me berjêr dibe û destên me jî li gorî wê hêdî giran dibin. Çîroka wê jî li ser evînê ye, du ciwan ji hev hez dikin, yek ji malbatan dewlemend û yê din jî feqîr e. Ev dîlanek şînê ye ku di encamê de ciwan nagihêjin hev û yek ji wan dimire. Çawa ku li Kurdistanê merasîmek tê lidarxistin, mirov li ser wê şînê digirin.”

SÊ KOMÊN ME YÊN GOVENDÊ HENE’

Ergun da zanîn ku sê komên wan ê govendê hene û wiha domand, “Koma zarokan ji saet 12:00’an heta 13:00 dewam dike, paşê dora ciwanan e. Ev ciwan ji xwendekarên nû hatine, pêk tên. Ciwanên ku berê lîstine jî di nav wan de hene. Di heman demê de komek me ya profesyonel a mezinan jî heye. Ev kom bi piranî ji hevalên jin pêk tê. Ji ber ku nêzî 5 sal in bi awayekî berdewam bi hev re dixebitin.”

Mustafa Ergun di dawiyê de diyar kir ku ku divê her kes beşdarî van kursan bibe û wiha got, “Divê mirov werin û beşdar bibin. Ji zarokan heta kal û pîran. Muzîk di pêşveçûna mirov de bi bandor e, dans şaxek hunerê ye ku di pêşkeftina karakterê mirov de bi bandor e. Li zanîngehên çar aliyê cîhanê tê hînkirin. Di cewhera me de heye. Divê em rêyên pêkanîna wê di jiyana xwe ya rojane de bibînin. Bi taybetî jî ji bo ku em çanda xwe zindî bihêlin. Ew rêbazek e ku wê ji nifşên nû re, bi rêya zarokan derbas bibe. Ez bi xwe li baxçeyê zarokan dixebitim. Dema ku li wir mûzîk an ritmek hebe, zarok rêyekê dibînin ku bi kêfxweşî bilîzin.”