NÇM’ê ragihand ku tevî êrîşên polîsan jî wê konsera xwe li dar bixin

Endamên NÇM’ê bertek nîşanî qedexekirina konsera “Em ê Bejin” dan. Polîsan êrîşê endamên NÇM’ê kir û 25 kes hatin destgîrkirin. NÇM’ê ragihand ku tevî hemû zextan wê konsera xwe li avahiya HDP’a Bagcilarê li dar bixin.

Konsera ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê bi dirûşmeya “Em ê bêjin” li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê bike, ji aliyê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ve bi hinceta “Wê bibe sedema pergala cemaweriyê xera bike” hate qedexekirin. Ji bilî hunermendên NÇM’ê yên bertek nîşanî biryarê dan, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek welatî xwestin li ber deriyê Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli daxuyaniyê bidin.

 Dema girseyê xwest daxuyaniyê bide, polîsan êrîşî girseyê kir. Girseyê li ber xwe da û polîsan girse dorpêç kir. Girseyê bertek nîşanî dorpêçê da û bi dirûşmeya “Zext nikarin me bitepisînin” bertek nîşanî astengkirinê da. Polîsan ji girseyê gelek kes destgîr kir.

Parlamenterê HDP’ê Pîroglû bertek nîşanî destgîrkirin û mudaxileya polîsan da û wiha got: “Dijminatiya desthilatê ya li dijî çandê, li dijî Kurd û çanda Kurd berdewam dike.” Pîroglû bang li desthilatê û polîsan kir û wiha got: “Bi qedexeyan nikarin dengê me qut bikin, nikarin gerandina govendan bisekinînin.”

 Hate hînbûn ku 25 kes hatine destgîrkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya li Fatîhê.

 NÇM’ê diyar kir ku bi biryar in konsera xwe li dar bixin û li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal daxuyaniyek parve kir. NÇM’ê ragihand ku wê konsera xwe saet di 19.00’an de li avahiya Rêxistina HDP’a Bagcilarê li dar bixin.