Mizgîn Tahir: Muzîk ji bo min jiyaneke azad e

Hunermenda operayê Mizgîn Tahir bang li jinan kir û got “Her tim fikr û xeyalên xwe bi cih bînin, bixwînin û pêl bi pêl rabin; ji ber ku di Şoreşa Rojava de tovê jina azad hatiye çandin.”

Jinên ku bi hunera xwe mohra xwe li Şoreşa 19’ê Tîrmehê dane, xwe di her beşê jiyanê de pêş xistin û bûn xwedî îrade. Yek ji wan jinan jî Mizgîn Tahir e ku bi dengê xwe yê operayî destan û çîrokên Kurdî kirin stran û çîrokên gelê xwe nemir kir. Mizgîn Tahir diyar dike hêviya wê ev e ku stranên Kurdî yên operayî û destan û çîrokên Kurdî navneteweyî bibin.

Mizgîn hestên xwe yên ji bo pîrozbahiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, her wiha derbarê çawanî û naveroka hunera ku pêşkêş dike û têkiliya di navbera jin û muzîkê de ji ANF’ê re axivî.

STRANEK TAYBET JI BO ZAROKÊN KOBANÊ

Hunermenda operayê Mizgîn Tahir axaftina xwe bi vegotina hesreta xwe ya ji bo hatina Kobanê û pîrozkirina 19’ê Tîrmehê ya li wir des tpê kir û got; “Min dixwest ku ez 19’ê Tîrmehê li Kobanê pîroz bikim, her wiha azadiya Kobanê û tevahî Rojava li Kobanê pîroz bikim. Me û koma xwe mamosteyên Orkestraya Zarokan me berê xwe da Kobanê û me li wir şahî li dar xist, me gelek stran kirin yek û ji wana yên ‘Kobanê’, ‘Serêkaniyê’, ‘Rûbarê Min’ bûn. Her wiha me straneke taybet diyarî zarokên Kobanê kir ku ew jî bi navê ‘Mirîşka Kobanê’ ye. Ji ber ku hest û hezkirina zarokên Kobanê ketin dilê min, ez dixwazim tiştekî taybet li ser zarokên Kobanê çêbikim.”

‘MUZÎK JIYANEKE AZAD E’

Mizgîn Tahir destnîşan kir ku muzîk ji bo wê jiyaneke azad e û wiha pêde çû; “Dema ku ez distrêm tenê ez di nava kûrahiya wê stranê û wan gotinan de me, ji ber wê yekê yê ku bi min re di wê stranê de ne, tenê wan dibînim.”

‘HEWL DIDIM DESTANÊN KURDÎ BIBIN OPERA’

Mizgîn Tahir her wiha got ku hêviya wê ev e ku destanên Kurdî bi şêwazê operayê bistrê û bike berhemên navneteweyî û wiha axaftina xwe domand; “Min li Şamê ya ku paytexta Sûriyeyê ye beşa konservaûtara operaya klasîk xwend.  Ez di malbateke hunerî de mezin bûme, bavê min dengbêj e, bira û xwîşka min jî dengbêj in. Min her tim destan û çîrokên Kurdî ji wan dibihîst, ji ber wê min dixwest biçim akademiyê. Li ser vê yekê min beşa opera li Şamê xwend. A niha dixwazim tiştekî enternasyonalî ya bi Kurdî çêbikim. Di nava van projeyan de hewl didim ku destanên Kurdî bibin opera.”

XEYALA DÎTINA KOBANÊ

Hunermend Mizgîn Tahir bi bîr xist ku dîtina Kobanê bi taybet di 19’ê Tîrmehê de ji bo wê weke xeyalekê bû û got; “Ez ji Rojava me, lê min hîna Kobanê nedîtibû, beriya şoreşê tenê weke rêwî ez tê re derbas bûm. Ji bo min xewn bû ku ez Kobanê bi taybetî di 19’ê Tîrmehê de bibînim. 19’ê Tîrmehê ji bo min rojeke pir bi qedir û qîmet û pir bi wate ye. Min dixwest ku di 19’ê Tîrmehê li Kobanê di nava wê germahiyê de bim ku şehîdan ji me re hiştine, rê ji me vekirine û welat rizgar kirine.”

‘HER TIM LI PEY XEYALÊN XWE BIN’

Hunermenda operayê ya dengxweş Mizgîn di beşa dawî ya axaftinên xwe de ev peyame da ciwan û jinên ciwan; “Her tim li pey xeyalên xwe bin û timî berê xwe bidin armancên xwe.” Mizgîn Tahir her wiha diyar kir ku divê kêrhatiyên xwe bi zanistî bikin, ger ku hevalên we yên muzîsyen hebib berê xwe bidin wan û tiştekî baş bidin avakirin.”

‘DI ŞOREŞA ROJAVA DE TOVÊ JINA AZAD HATIYE ÇANDIN’

Hunermend Mizgîn Tahir bi vê banga xwe ya taybet bang li jinan kir û got “Ez taybet ji bo jinan dibêjim ku her tim pêşiya xwe vekin, her tim fikr û xeyalên xwe bi ser bixînin, bixwînin, pêl bi pêl rabin; ji ber ku di Şoreşa Rojava de tovê jina azad hatiye çandin.”