Mitinga elewiyan a mezin bi dawî bû
Mitinga elewiyan a mezin bi dawî bû
Mitinga elewiyan a mezin bi dawî bû
Mîtînga elewiyan a bi şîara "Li dijî înkar, bişaftinê û ji bo wekheviya azad û baweriya azad" li Qada Kadikoyê ya Stenbolê pêk hat, bi dawî bû.
Nêzî 50 sazî û dezgehên elewiyan, li dijî polîtîkayên hikûmetê bi şîara "Li dijî înkar, bişaftinê û ji bo wekheviya azad û baweriya azad" li qada Kadikoya Stenbolê mîtîngê pêk anî. Mîtînga ku bi 10 hezaran ewelî tevlêbûn bi dawî bû. Di mîtînga ku di peşengiya Komeleyên elewiyan ên wekî Federasyona Elewiyên Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewî, Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyên Ewropa, Vakfa Çanda Anatoliyê ya Hacî Bektaşê û Komeleya Elewiyên Demokratîk û Azad de pêk hat, projeya hikûmetê ya "mizgeft-cemxane-aşevî" hat şermezarkirin. Mîtîng piştî axaftinan
bi konsera hunermendê NÇM'ê Îdris Demir, Grup Yorum, Tolga Sag, Muharrem Temiz, Ganî Pekşen û Gulcihan Koç bi dawî bû.