Misilmanên Kurd ên Bremenê di ‘Şeva Qedirê’ de hatin ba hev

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê li Camiya Seîdê Kurdî, di meha Remezanê de her êvar fitar dihate dayîn û ji bo Şeva Qedirê jî pîrozbahî hate kirin.

Bi sedan misilmanên li Bremenê û derdora wê di meha Remezanê de her êvar fitara xwe li Camiya Seîdê Kurdî vekirin.

Li heman camiyê ji bo Şeva Qedirê jî bernameyek hate amadekirin. Di şevê de Mele Eşref, Mele Husên û Mele Şahîn derbarê Şeva Qedirê ji ayet û hadîsan mînak da.

Meleyan diyar kirin ku Şeva Qedirê îtîraza li hemberî zilmê ye.

Yuksel Koç jî tevlî pîrozbahiya Şeva Qedirê bû, yê ku li bajarê Strasboûrgê 161 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de mabû.

Piştî şevê, Serokê Komeleya Hevgirtin û Alîkariyê yê Camiyê Mûhîttîn Boztîmûr ji bo fitir û zekat û bexşên ji bo Heyva Sor a Kurdistanê bang kir.